17:21 25 Nîsan 2018
    Sererkanê Artêşa Rûsyayê General Valery Gerasîmov

    Sererkanê Rûsyayê: Hemû terorîstên li Sûriyeyê ji derve ve tên birêvebirin

    © Sputnik / Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sererkanê Giştî yê Rûsyayê Valeriy Gerasimov got ku hemû terorîstên li Sûriyeyê ji derveyî welatî ve tên biçekkirin, fînansekirin û birêvebirin.

    Gerasimov li Akademiya Leşkerî ya Serokatiya Sererkaniya Rûsyayê axift û got: "Heta ku Rûsya li aliyê Hikûmeta Sûriyeyê tev li qeyrana Sûriyeyê bû, vî welatî çar salan ji bo berdewamkirina hebûna xwe şerekî neragihandî bi rê ve bir. Bersiveke zelal jê re tine bê kengî ev têkoşîna ji tevliheviya navxweyî derketiye bûye pevçûneke leşkerî. Ti welat, eşkere şer li dijî Sûriyeyê ranegihand lê hemû pêkhateyên neqanûnî yên çekdar ji derve ve tên biçekkirin, fînansekirin û birêvebirin."

    "DIJBERÊN SÛRIYEYÊ FEALIYETAN NEPEN BI RÊ VE DIBIN
    Herwiha sererkanê rûs diyar kir ku her ku diçe, hejmara beşdarên di pevçûnên çekdar ên li Sûriyeyê de zêde dibe, dijberên Sûriyeyê rasterast tev li van pevçûnan nebûne, lê di şûna wê de fealiyetên nepen bi rê ve dibin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan ji Amerîkayê re: Hûn çima 20 baregehan li bakurê Sûriyeyê ava dikin
    Washington û Enqere li ser Sûriyeyê civiyan: Mijara Efrînê ne surprîz e
    Rûsya: Çalekiyên milîtanan li Sûriyeyê dibe sebeba serhildanan
    Tirkiye xwe ji bo avadankirina Sûriyeyê ya piştî şer amade dike
    ‘Artêşa Sûriyeyê Duma dorpêç kir'
    Qeter û Sûriyeyê peymaneke hevkariyê îmze kir
    'Artêşa Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilatî kargeheke çekên kîmyewî dît'
    NY û Heyva Sor a Sûriyeyê: Em ê alîkariya mirovî bişînin Efrînê
    Etîketan:
    Valeriy Gerasîmov, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de