09:57 20 Nîsan 2018
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov: Îngilîz li hemû dinyayê digerin û daxwaza dersînorkirina dîplomatên rûsî dikin

    © REUTERS / Sergey Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku li ser bûyera jehrîkirina ajanê berê Sergey Skrîpal ê rûsî, Brîtanya ji welatên şirîkên xwe dixwaze weke wan dîplotên rûsî dersînor bikin.

    Lavrov li ser nûçeyên ku dê welatên Fransa, Polonya û Baltikê ji ber êrîşa Salisburyê balyozên xwe ji Rûsyayê vekişînin got, "Îngilîz li hemû dinyayê digerin û ji şirîkên xwe daxwaza şopandina wan dikin. Her welatek biryara xwe li gor rewş û rastiya xwe distîne."

    'JOHN BOLTON DÎPLOMAT Û SIYASETMEDAREKÎ HIŞK E'

    Lavrov herwiha tayînkirina John Bolton bo şêwirmendiya asayîşa netewî ya Amerîkayê jî nirxand û got, "Bêguman ew dîplomat û sîyasetmedarekî hişk e. Helbet ew dê polîtîkaya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiriye bimeşîne."

    Bi heman mijarî:

    NYyê pêşniyar qanûna 'pêşîgirtina qirkirinan' a Ermenistanê pesend kir
    Li Silopî erdhejekê rû da
    Macron û Erdogan axivîn: Li Efrînê aramiya xelkê sivîl hatiye dabînkirin
    Ji Xûtaya Rojhilat derketina xelkê dewam dike
    ‘Kûpaya Cîhanê wê di navbera Messi û Dewletên Ewropayê de derbas bibe'
    Etîketan:
    Ewropa, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de