08:30 23 Nîsan 2018
    Sîxurê kevin yê Rûsyayê Sergey Skripal

    Rûsya: Rûsyayê tu wext Gaza sînîrê ya ku weke ‘Novichok’ê tê bi navkirin hilneberandiye

    © REUTERS / Peter Nicholls
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku gaza sînîrê ya A-234 ku welatên Rojavayê wê weke ‘Novichok'ê bi nav dikin tu wext li Rûsyayê nehatiye hilberandin.

    Li gorî zanyariyên ku daxuyaniya civîna Peymana Ewlehî ya Kolektîf (KGAO) a ku balyozên wê peymanê jî amade bûn hatiye kirin de hat gotin ku tu peywendiya Rûsyayê derbarê kuştina sîxûrê berê yê rûsî Sergey Skrîpal û keça wî bi gaza sînîrê tune ye.

    Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov derbarê tawanên jehrîkirina ajanê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî de demek berê gotibû ku pêwist e London delîlan nîşan bide, em dê mesûmiyeta xwe îsbat nekin.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Rûsyayê: Brîtanya an nekarî xwe biparêze an jî bixwe di kuştina Skripal de heye
    Peskov: Divê di mijara Skripal de Brîtanya delîl nîşan de, em ê mesûmiyeta xwe îsbat nekin
    Polîsê Brîtanyayê: Me pêwendî di navbera jehrîkirina Skripal û cînayeta Gluşkovî de nedît
    Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
    Etîketan:
    Jehrîkirina Skripalî, Wezareta Derve ya Rûsyayê, KGAO, Dmtiry Peskov, Sergey Skripal, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de