07:39 27 Nîsan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn dê bi mîrê Qeterê re hevkariya darayî gotûbêj bike

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê 26ê Adarê bi mîrê Qeterê Hamad el Sanî re hevdîtinekê pêk bîne. Tê payîn ku mijara sereke ya hevdîtinê hevkariya darayî û mijarên herêmî û navdewletî bin.

    Kremlînê derbarê mijarê de daxuyaniye da, "26ê Adarê Serokê Dewleta Rûsyayê (Vladimîr) Pûtîn dê bi mîrê Qeterê Hamad el Sanî yê ku serdana Moskowayê bike re li hev bicive. Di hevdîtina pilebilind de mijarên darayî, bazirganî û miorvî yên di navbera Rûsya û Qeterê de bêne gotûbêjkirin. Herwiha tê payîn ku herdu serok li ser mijarên herêmî û navdewletî jî gotûbêjan bikin."

    Hêjayî gotinê ye ku mîrê Qeterê el Sanî herî dawî di Rêbendana 2016an de serdana Moskowayê kiribû û bi Pûtîn re civiyabû. Herdu alî di hevkariya amadekariyên Kûpayên Cîhanê ya ku di 2018an de li Rûsyayê û di 2022an de li Qeterê were lidarxistin li hev kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya encamên rasteqîn yên hilbijartinê ragihand: Pûtîn ji sedî 76.69 stend
    Pûtîn bi Konseya Ewlekariya Rûsyayê re li ser çalakiyên ‘provokatîf’ ên îngilîzan axivî
    Pûtîn, cezayê firotina bilêtên sixte yên Kûpaya Cîhanê pejirand
    Ji Trump bo pîrozkirina Pûtîn: Têkiliya baş bi Rûsyayê re ne tiştekî xerab e, baş e
    Amerîka: Ji nû ve hilbijartina Pûtîn ne surprîz bû
    Etîketan:
    Peyweniyên Rûsya û Qeterê, Dîplmasî, Aborî, Darayî, Peywendî, Hevdîtin, Hamad el Sanî, Vladimîr Pûtîn, Qeter, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de