07:50 27 Nîsan 2018
    Dmitriy Peskov

    Kremlîn: Vekişîna nûnerê Yekîneyên Ewropa yê Moskowayê me xemgîn kir

    © Sputnik / Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekîneyên Ewropa ji ber bûyera kuştina sîxurê rûs yê berê, îro biryar da ku nûnerê xwe yê li Moskowayê vekişîne. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov anî ziman ku “bi vê biryarê em xemgîn bûn.”

    Dmitriy Peskov di axaftina xwe ya bi rojnameyan re de anî ziman ku "vekişîna nûnerê YEyê Marcus Ederer em xemgîn kiein. Ev biryar mixabin li gorî texmînan hatiye hildan. Em biryarên bi vê awayê hatine hildanê qebûl nakin."

    ‘TU AGAHIYÊ NADIN'
    Peskov destnîşan kir ku: Seroka Brîtanyayê Theresa May bi serokên Yekîneyên Ewropayê re çi axiviyê di derbarê kuştina Skrîpal de çi agahî dane wan û wan serokana jî çi bersivê dane en nizanin. Di vê derbarê de tu agahiyê nedane me.
    Londrayê di derbarê kuştina sîxurê rûsî de bêyî ku lêkolîn bi encam bibin, Rûsyayê tewanbar kiribû û 23 heb dîplomatên Rûsî dersînor kiribûn.

    Di vê derbarê de Moskovayê jî ragihandibû ku "Londra jî madeya A-234 bi hêsanî dikare çêbike ji ber wê tewanbarkirina Moskovayê tevgereke provakatîf e." Herwiha Londra agahiyên di derbarê kuştina Skrîpal de bi tu welatî re parve nake.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê hemû balyozên rûsî ji bo bûyera Skrîpal vexwendin Moskowê
    Rûsya di derbarê bi jehrîxistina Skrîpal û mirina Nîkolay Glûşkov de doz vekir
    Etîketan:
    Sergey Skripal, kremlîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de