18:38 19 Nîsan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin

    Putinê ku careke din bû Serokê Rûsyayê ji bo xelkê Rûsyayê diaxive

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, piştî ku di encama hilbijartinên roja yekşemiyê de serkeftina wî eşkere bû, ji bo xelkê Rûsyayê diaxive.

    Piştî birêvebirina hilbijartinên Rûsyayê yên roja yekşemiyê Komîteya Hilbijartinê ya Navenda Rûsyayê tevahiya dengan jimart û di encamê de Putin ji sedî 76.69ê denga bi dest xist û bû serok. Putin ji bo vê yeke got, wî ‘piştevaniyeke bilind ya dîrokî' girtiye.

    Li Rûsyayê beriya niha ti caran ji bo ti serokekî dewletê piştgiriyeke wisa nehatibû dayîn.

    Putin diyar kir ku ew fikarên ji ber kêmbûna dahateyan û kêmasiyên pergala tenduristiyê pêk teni fêm dike û got, ji bo Rûsyayê pêwistî bi pêngaveke rasteqîn heye û ew ji bo guhertinê bixebitin. Putin destnîşan kir ku ew nikaribe bibêje her tişt dê tavilê sererast bibe û diyar kir ku ew ê dahateyan zêde bikin, karên nû peyda bikin û binesaziyê xurt bikin.

    Bi heman mijarî:

    Hesen Rûhanî ji bo Putin nameyek şand
    Hilbijartinên Rûsyayê: Putin ji sedî 76.67ên denga stend, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 67.4 e
    Peskov: Putin ji helwesta Brîtanyayê bi fikar e
    Putin: Ez carinan bi tifingê radizam
    Putin diçe serdana Kirimê
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimir Putin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de