09:39 20 Nîsan 2018
    Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov

    Sererkanê artêşa Rûsya û yê DYAyê mijara Sûriyeyê axivîn

    © Sputnik / Evgeny Biyatov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Donald Trump bi telefonê li Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn geriya û bo serfiraziya hilbijartinê pîroz kir, Sererkanê herdu dewletan jî Valeriy Gerasimov û Joseph Dunford bi rêya telefonê mijara Sûriyeyê axivîn.

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê daxuyand ku Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov û hempîşeyî wî yê amerîkî Joseph Dunford, bi rêya telefonê axaftinek kirine. Hat eşkerekirin ku herdu sererkanan rewşa Sûriyeyê guftogo kirine û li ser mijarên din jî biryara berdewamiya hevdîtinan dane.

    Ji aliyê din ve hevdîtina herdu sererkanan ku piştî gengeşiyên di navbera herdu dewletan û hevdîtina Donald Trump û Vladimîr Pûtîn hat kirin û wek gavek erênî hat nirxandin. Pûtîn û Trump jî di axaftina telefonê de li ser qeyrana Sûriyeyê axivî bûn.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Li gel Çavuşoglu û Zerîfî dê pendan bo hikûmeta Sûriye û dijberiyê re amade bikin
    Îranê ji bo 2 hezar û 100 leşkerên li Sûriye-Iraqê hatine kuştin dar çandin
    ‘Wê Sûriye çekdarên tevî artêşa Tirkiyê şerê Efrînê dikin efû bike’
    Sûriye: Çekên me yên kîmyewî tune ne
    '5 welat bi dizî civiyan: Sûriye perçe dibe û Tirkiye di xeterê de ye'
    'Ji aliyê meşrûiyetê ve divê Sûriye Efrînê ji Tirkiyeyê biparêze'
    Etîketan:
    Gengeşî, Axaftin, Mijar, Telefon, Sûriye, Wezareta Berevaniya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de