13:50 25 Nîsan 2018
    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê

    Malpera Wezareta Berevaniya Rûsyayê rastî êrîşeke tund a hackeran hat

    © Sputnik / Natalia Seliverstova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku di qonaxa dawî ya dengdana navên çekên nû yên rûsî de, malpera wan rastî êrîşeke tund a hackeran hatiye.

    Wezaretê diyar kir, di nav 24 saetên dawî de 5 êrîş bi asta navîn, 2 ji wan gelekî bihêz 7 êrîş hatine tesbîtkirin.

    Hat ragihandin ku êrîşa herî bihêz li dor demjimêrên 19.00-20.00an de pêk hatiye û hat gotin, êrîş ji Rojavayê Ewropayê, Bakurê Amerîka û Ûkraynayê hatine.

    Wezaretê herwiha destnîşan kir ku beşa ewlekariyê ya komputervaniyê hemû êrîş pûç kirine.

    Herwiha hat diyarkirin ku li demên dawî yên dengdana diyarkirina navên 3 çekên nifşa nû, ketina nav malperê di çirkekê de gihîştiye deh hezaran.

    Hêjayî gotinê ye, bêhtirî 600 hezar kesan li seranserê dinyayê dengdan şopand.

    Bi heman mijarî:

    Ji NYyê bangewaziya lezgîn bo birîndar û nexweşên li Efrînê
    Rêvebera HDPê ya li Newrozê axivîbû hat girtin
    Pisporê Sûriyeyî: Îsraîl derewan dike, di 2007an de li reaktora nukleer a Sûriyeyê ne daye
    Koşka Spî: Endîşeyên bandorê li têkiliyan dikin hatin axaftin
    Sererkanê tirk: Vegera xelkê Efrînê dest pê kiriye
    Etîketan:
    Wezareta Parastinê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de