20:27 23 Nîsan 2018
    Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Johnson

    Zaxarova: Gotinên Johnson yên ji bo Rûsyayê nayên qebûlkirin

    © AP Photo / Bernadett Szabo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Johnson Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ku dê îsal li Rûsyayê were lidarxistin, şiband Lîstikên Olîmpiyata Havînê ya ku di sala 1936an de li Almanyaya Naziyan hatibû lidarxistin. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaxarova li ser vê yekê got, ev gotinên Johnson yên ji bo Rûsyayê nayên qebûlkirin.

    Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson bersiv da pirsên li ser jehrîkirina sixurê rûsî Sergey Skripal û keça wî, ku gava ji bo îstixbarata rûsî dixebitî bi awayekî dizî agahî dabû îstixbarata derve ya Brîtanyayê, axivî û di axaftina xwe de Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ku dê îsal li Rûsyayê were lidarxistin, şiband Lîstikên Olîmpiyata Havînê ya k udi sala 1936an de li Almanyaya Naziyan hatibû lidarxistin.

    Zaxarova derbarê mijarê de li ser Facebookê daxuyaniyek da û ev tişt gotin, "Welatê me di şerê li dijî Nazîzmê de bi milyonan qurbanî dan, bi dijminê li ser axa xwe re şer kir û Ewropa rizgar kir û nayê qebûlkirin ku ev wleatê me bi hinekan re were şibandin û miqayesekirin û ev li wezîrê karên derve yê welatekî Ewropayê nayê."

    Zaxrova herwisa di axaftina xwe de got, "Ger hêj derbarê jehrîkirina Skripal de zelaliyek tune be, sedema vê jî ew e ku Brîtanya dayîna agahiyan red dike. Rewşa Boris Johnson jî cuda ye: Ew bi jehra kîn, hêrs, amatorî û çorsiyê jehrî bûye."

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Rûsyayê: Brîtanya an nekarî xwe biparêze an jî bixwe di kuştina Skripal de heye
    Peskov: Divê di mijara Skripal de Brîtanya delîl nîşan de, em ê mesûmiyeta xwe îsbat nekin
    Polîsê Brîtanyayê: Me pêwendî di navbera jehrîkirina Skripal û cînayeta Gluşkovî de nedît
    Lavrov û Wezîrê Brîtanyayê Johnson di civînê de avêtin ber hev
    Etîketan:
    nayê qebûlkirin, Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Boris Johnson, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de