13:45 25 Nîsan 2018
    Firqeteyna Amiral Grigoroviç

    Fîloya Rûsya ya Derya Reş êdî bi keştiyên nû bihêztir e

    © Foto: Yantar Baltic Shipbuilding plant press service
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di daxuyaniya Fîloya Rûsya ya Derya Reş de hat ragihandin ku ji sala 2015an û vir de digel firkateynên ‘Amiral Grigoroviç' û ‘Amiral Essen’ 6 noqavên nû û zêdetirî 10 keştiyên din li hêza deryavaniyê hatine zêdekirin.

    Fermandarê Fîloya Derya Reş Amîral Aleksandr Vitko ji weşana fermî ya Wezareta Bergiriya Rûsyayê, 'Krasnaya Zvezda' re ragihand, ji xeynî navgînên nû 2 romorkorên nifşa nû, platformên noqaviyê, vincên ser avê û keştiyên din ên piştevaniyê li Derya Spî û Derya Reş dest bi peywira xwe kirine.

    Vitko da zanîn, "Hîn zû ye hemû zanyariyên îsal bên dayîn, lê sala 2017an li gor berê tije derbas bû. Dema ku muretebata keştiyan li ser avê derbas kir du caran zêdetir bû. Herwiha cara ewil muretebatên noqavan jî alîkariyeke girîng dan."

    Fermandarê rûsî ragihand ku dê muretebata nû bo 6 noqavên din werin perwerdekirin û got, "Lewma jî em dikarin bibêjin ku Fîloya Derya Reş û hêzên binavê ji nû ve hatine zindîkirin."

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Dagirkeriya mayînde ya Efrînê wê rewşeke nû derxe holê
    Berdevkê NYyê: Ji xelkê Efrînê agahiyên tundî, talan û binçavkirinên kêfî tên
    Ji Trump bo pîrozkirina Pûtîn: Têkiliya baş bi Rûsyayê re ne tiştekî xerab e, baş e
    Tirkiyê bersiva gotinên Merkelê yên bo Efrînê da: Divê piştgiriyê nedin dijberên Tirkiyê
    Li Dubaiyê modeleke rûsî dema xwest xwe ji êrişkarî biparêze pişta xwe şikand
    Fransa: Ketina Tirkiyê ya Efrînê derbeyek e, divê Kurd mafên heq dikin bistînin
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de