20:32 23 Nîsan 2018
    Sergey Lavrov

    Kremlînê bersiv da îdiayên ‘destjikarberdana Lavrovî'

    © REUTERS / Djordje Kojadinovic
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov derbarê spekulasyonên ku dê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dest ji kar berde de got divê ev îdia ji nedîtî ve bêne dîtin.

    Televizyona ku li Amerîkayê bi rûsî weşanê dike RTVI xwe sptartibû çavkaniyên nêzî wezareta derve ya rûsî ku Lavrov dê di kabîneya nû de cih negire. Di heman nûçeyê de tê îdiakirin ku Lavrov ji 2004an ve li ser kar e, westiya ye û lewra dixwaze dest ji kar berde.

    Peskov derheqê mijarê de daxuyanî da, "Em guh nedin van spekulasyonên wiha û ji ber ku rojbûna wî em Lavrovî pîroz bikin."

    Hêjayî gotinê ye ku Lavrov îro kete 68 saliye xwe, di rojbûna xwe de bi hevkarê xwe japonî Taro Kono re li Tokyoyê civiya.

    Toro di hevdîtinê de bo Lavrovî pasteyek di şiklê topa futbolê de pêşkêş kir û rojbûna wî pîroz kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov ‘li xwe mikur hat': Me mudaxeleyî avhewaya Japonyayê kir
    Lavrov: Divê dawî li planên dabeşkirina Sûriyeye were
    Lavrov: Li Stenbolê li ser çawaniyên çareseriya pirsa Sûriyeyê em dê hewl bidin rêkbikevin
    Lavrov: Ji Xûtaya Rojhilat 12 hesar kes veqetiyan
    Lavrov, Çavuşoglu û Zerîf li Astanayê daxuyaniyeke hevpar dan
    Lavrov: ‘Bo Brîtanyayê ‘Qralîçeya delîlan' ne îtîraf e, hewildana çêkirina gumanê ye'
    Etîketan:
    Rojbûn, Bersiv, Daxuyanî, Destjikarberdana Lavrovî, Dmitry Peskov, Kono Toro, Sergey Lavrov, Amerîka, Japonya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de