20:26 23 Nîsan 2018
    Vladimîr Pûtîn û Donald Trump

    ‘Pûtîn û Trump ji bo amadekariya hevdîtina di navbera xwe de li hev kirin'

    © REUTERS / JORGE SILVA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump di mijara fermandayîna wezîrên karên derve ku amadekarî bo hevdîtina wan bikin, li hev kirine. Peskov diyar kir ku ji bo diroka hevdîtinê hêj biryar negirtine.

    Trump piştî serkeftina hilbijartinê ya roja yekşemê yê Pûtîn doh bi rêya telefonê wî pîroz kir.

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov da zanîn ku her du serokan li ser mijara fermandayîna wezîrên karên derve ku amadekarî bo hevdîtina wan bikin, li hev kirine.

    Peskov destnîşan kir ku, "Her du serokan ji ber pirsgirekên di navbera her du welatan biryarekê wiha dane. Her du serokan jî pêwistiya wê yekê anîn ziman. Lê derbarê cîh û dîrokê de biryar nehat dayîn. Lê li ser mijara fermandayîna wezîrên karên derve ku amadekarî bo hevdîtina wan bikin, li hev kirin, yanî em behsa xebatên (Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê) Lavrov û (Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike) Pompeo dikin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Trump axivîn: Mijar Filîstîn û Îsraîl bû
    Qesra Spî: Trump û Pûtîn di mijara giringiya Cenevreyê de mitabiq man
    Pûtîn û Trump bi telefonê axivîn
    Ji Pûtîn û Trump daxuyaniya hevpar a Sûriyeyê
    Qesra Spî: Hevdîtina Trump û Pûtîn dê pêk neyê
    Etîketan:
    amadekarî, hevdîtin, Kremlîn, Vladimîr Pûtin, Donald Trump, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de