15:38 22 Nîsan 2018
    Sergey Skripal û keça wî Yuliya bi gaza kujer hatin jehrîkirin - lêkolîna cihê bûyerê

    Rûsya: Mirzayanovê ji hikûmeta Amerîkayê re dixebite formûla madeya 'Noviçok'ê weşand

    © REUTERS / Henry Nicholls
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand kîmyagerê rûs Vil Mirzayanov ê ji hikûmeta Amerîkayê re dixebite formûla madeya bi navê A-234ê ya wek 'Noviçok'ê tê nasîn îfşa kiribû.

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û tê de ragihand ku "Weşandina eşkere ya formûla madeyên jehrîn ên dikevin kategoriya leşkerî ji aliyê Mirzayanovî ve wek hevkariya tawana terorê tê nirxandin."

    Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Brîtanya ji salên 1970yî ve yek ji wan welatan e ku programa bipêşdexistina çekên kîmyewî yên nû disepîne.

    Fermandarê Yekîneyên parastina biyolojîk, kîmyewî û radyasyonê yên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê Îgor Kîrîlovî di civîna rojanemavniyê de diyar kir ku hemû tawanbarkirinên 'bêbingeh' yên li dijî Rûsyayê yên girêdayî mijarê di pirtûka kîmyagerê rûs Vîl Mîrzayanovê ku sala 1996an koçberî Amerîkayê kiribû de hatiye formûlekirin.

    "EW NIHA LI NEW JERSEYÊ DIJÎ"

    Kîrîllovî diyar kir ku "ew niha li parêzgeha New Jerseyê (ya Amerîkayê) dijî. Li bajarê Prinstonê û ji bo hikûmeta Amerîkayê dixebite". Rayedarê wiha axiftina xwe wiha dewam kir:

    "Mirzayanov sala 2008an pirtûkek weşand ku tê de formûla ew madeya (A-234) a ku Brîtanya wek Noviçok bi nav dike û herwiha pêvajoya sentezebûna wê madeyê bi hûrgilî tê ravekirin. Nexasim li gorî daxuyaniyên Mirzayanovî madeya Noviçok(A-234) ya bandorê li pergala sînîran dike, bi deh qatan ji hemû madeyên berê tên zanîn û hatine bipêşdexistin kujendetir e. Kesên ku ev pirtûk di destê wan de be û li zanîngehê kîmya xwendibe, made ^y amûrên pêwîst di destê wan de hebin, bê ku gelekî xwe biwestînin dê bikarin vê madeya jehrîn a di kategoriya leşkerî de hilberînin."

    Kirillov diyar kir ku weşandina formûla madeya jerî û pêvajoya sentezebûna wê ya eşkere wek hevpariya tawana terorê tê nirxandin.

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Pevçûnên Maslenîtsa yê rûsî çapameniya Brîtanyayê tirsand
    Juncker: Fatûreya Brexitê li Brîtanyayê 50 milyar sterlîn
    Erdogan û Wezîrê Karê Derve yê Brîtanyayê civîyan
    Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Johnson, serdana xwe ya Moskowê taloq kir
    'Rayedarên Brîtanyayê û Barzanî nexşeya Rojhilata Navîn gotûbêj kir'
    Etîketan:
    Îgor Kîrîllov, Rûsya, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de