03:09 23 Nîsan 2018
    Sergey Skripal û keça wî Yuliya bi gaza kujer hatin jehrîkirin - lêkolîna cihê bûyerê

    Wezareta Rûsyayê: Brîtanya an nekarî xwe biparêze an jî bixwe di kuştina Skripal de heye

    © REUTERS / Henry Nicholls
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê di derbarê meseleya kuştina sîxurê rûs Skripal û keça wî de li hemû balyozên xwe banga civînê kir. Serokê Saziya Nukleerî ya Rûsyayê Vladimir Yermakov got ku Brîtanya nekarî xwe ji êrişekê terorî bibparêze an jî bixwe di nav vê bûyerê de heye.

    Vladimir Yermakov di civînê de anî ziman ku: Hikûmeta Brîtanyayê her diçe asabî dibe. Xwe xistin tengasiyê. Di derbarê bûyerê de pirs zêde dibin, mecbûr wê bersiva van pirsan bidin. Yermakov destnîşan kie ku "ev êrişa ku li Skrîpal û keça wî hat kirin bû macerayek derhiqûq. Tişta niha ku lazim ew e, yên li piş vê bûyerê kî ne û armanca wan çibû bê eşkere kirin.

    Vladimir Yermakov di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku " tişta teqez ku em dizanin, tu eleqeya Rûsyayê bi vê mijarê tune ye, ji ber ku bûyereke wiha tu fêdeyê nade Rûsyayê."

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê hemû balyozên rûsî ji bo bûyera Skrîpal vexwendin Moskowê
    Rûsya di derbarê bi jehrîxistina Skrîpal û mirina Nîkolay Glûşkov de doz vekir
    Etîketan:
    Brîtanya, Jehrikirina Skripal, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de