18:47 20 Gulan 2018
    Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov

    Peskov: Beşdarnebûna balyozê îngiliz ya ji bo civînê tiştekî absurd e

    Photo host agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got, Balyozê Brîtanyayê yê li Rûsyayê Laurie Bristow bi beşdarnebûna xwe ya civîna ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji bo lêpirsîna jehrîkirinê ya sixurê rûsî Sergey Skripal û keça wî, nîşan da ku Brîtanya di warê bersivdayîna pirsen jê hatin pirsin de bêdil e.

    Çavkaniyeke ji Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Rûsyayê diyar kiribû ku Bristow wê beşdarî civîna Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê nebe û London difikire ku yekî din bişîne civînê.

    Peskov ji bo rojnamegeran got, "Ev rewşeke wisa absurd e ku di civînê de gava pirs dê were pirsîn, naxwaze bersivên dê werin dayîn bibihîze."

    Peskov got, divê Wezareta Derve ya Rûsyayê mijarê binirxîne.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova gotibû, mijara sereke ya civîna balyozan dê daxuyaniyên û tawanbariyên rayedarên Brîtanyayê yên derbarê jehrîkirina Skripalê de be. Zaxarova diyar kiribû ku rêveberên Beşa Astengkirina Belavbûna û Kontrola Çêkan ya Rûsyayê û pispore dê beşdarî civînê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Polîsê Brîtanyayê: Me pêwendî di navbera jehrîkirina Skripal û cînayeta Gluşkovî de nedît
    ‘Rûsya ji Brîtanyayê natirse û dê bersiveke tund bide Brîtanyayê'
    Lavrov: ‘Bo Brîtanyayê ‘Qralîçeya delîlan' ne îtîraf e, hewildana çêkirina gumanê ye'
    Peskov: Tu eleqeya encama hilbijartinan bi rakêşiya bi Brîtanyayê re tune ye
    Dîplomatê rûs di meseleya gaza kujer de balê kişand ser labratuwarên Brîtanyayê
    Etîketan:
    Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de