18:32 19 Nîsan 2018
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Divê di mijara Skripal de Brîtanya delîl nîşan de, em ê mesûmiyeta xwe îsbat nekin

    © Sputnik / Alexey Filippov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov derbarê tawanên jehrîkirina ajanê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî de got pêwist e London delîlan nîşan bide, em dê mesûmiyeta xwe îsbat nekin.

    Peskov ji rojnamegeran re axivî û bersiv da gotinên Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ku derbarê mijara Skripalî de gotibû divê Moskowa delîlan nîşan bide ku têkilî bûyeran nebûye got, "Divê Brîtanya derbarê tawanên xwe de delîlan nîşan bide."

    Peskov bang kir ku divê bi awayekî mentiqî bê tevgerandin û berî her itşî divê Brîtanya derbarê tawanên xwe de delîlan nîşan bide. Herwiha Peskovî li ser daxuyaniyên Merkêlê yên di vî warî de got, "bi rastî jî ev daxuyanî hêviyê nadin"

    Hêjayî gotinê ye ku li ser mijara jehrîkirina Skripalî û keça wî Moskowayê tawanbar kiribû û biryar dabû u 23 dîplomatên rûsî deport bike.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Brîtanya dê hesab bide, ya wê delîlan nîşan bide ya jî wê lêborîna xwe bixwaze
    Peskov: Tu eleqeya encama hilbijartinan bi rakêşiya bi Brîtanyayê re tune ye
    Peskov: Putin ji helwesta Brîtanyayê bi fikar e
    Peskov: Eleqeya me bi jehrîxistina Skripal tune ye, em tewambariyê qebûl nakin
    Peskov bersiv da rexneyên Pûtîn ku gotibû ‘Peskov carna eletewş diaxive'
    Peskov: Tenê şandeke bêalî dikare diyar bike bê li Sûrî çekên kîmyewî tên bikaranîn an na
    Etîketan:
    Delîl, Bersiv, Daxuyanî, Sergey Skripal, Dmitry Peskov, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de