15:44 22 Nîsan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Planeke me tune ye ku em têkevine pêşbaziya biçekbûnê

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Vladimîr Pûtîn ê ku di hilbijartinên Serokatiya Rûsyayê de bi rêjeyeke bilind hat hilbijartin ragihand ku planeke wan tune ye ku ew têkevine pêşbaziya biçekbûnê.

    Serokê rûsî Vladimîr Pûtîn şevê din di civîna bi reqîbên xwe re axivî, "Bêguman em dê di warê parastinê de hêza xwe xurt bikin lê dixwazim bibêjim ku tu kes plan nake ku têkevinê pêşbaziya biçekbûnê."

    Pûtîn amajê pê kir ku ew dixwazin ku bi hevkarên xwe yên navdewletî re di nava diyalogeke avaker de bin û herwiha anî ziman ku di warê çareseriya pirsgirêkan de "çi ji dest wan dê ew dê bikin."

    ​Pûtîn da zanîn ku projeyên wan ên parastinê kuta bûne û da zanîn ku bi demê re ew dê lêçûnên parastinê kêm bikin.

    Ji aliyê din ve Pûtînî eşkere kir ku ji bo bidawîkirina projeyên nû yên çêkan têra xwe çavkaniyên wan ên darayî hene.

    Bi heman mijarî:

    Hesen Rûhanî ji bo Putin nameyek şand
    Hilbijartinên Rûsyayê: Putin ji sedî 76.67ên denga stend, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 67.4 e
    Putin: Ez carinan bi tifingê radizam
    Peskov: Putin ji helwesta Brîtanyayê bi fikar e
    Putin diçe serdana Kirimê
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Rûsyayê, daxuyanî, biçekbûn, plan, parastin, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de