14:51 19 Nîsan 2018
    Sergey Skripal

    Peskov: Brîtanya dê hesab bide, ya wê delîlan nîşan bide ya jî wê lêborîna xwe bixwaze

    © REUTERS / Henry Nicholls
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov derbarê jehrîkirina ajanê rûsî yê berê û keça wî Yuliyayê li xaka Brîtanyayê û li ser vê bûyerê tawanên Londonê li ser Moskowayê got Brîtanya taliya talî dê hesabên van tawanên bêbingeh bide.

    Peskov di daxuyaniya xwe ya îro de li ser pirseke derbarê jehrîkirina Skripalî û keça wî de wisa axivî, "Ez dûbare dikim: Brîtanya dê hesab bide, ya wê delîlan nîşan bidin ya jî wê lêborîna xwe bixwaze."

    Berdevkê Kremlînê di mijara jehrîkirina Skripalî û li ser tawanên Londonê yên li ser Moskowayê got, "nayê vegotin, îftirayeke bêbingeh e."

    Peskov herwiha piştî bûyerê û tawanên Londonê li ser Moskowayê weke krîzeke dîplomatîk bi nav kir û da zanîn ew tercîh nakin vê yekê weke xirakirina têkiliyên Rûsyayê bi welatên Rojavayê re bi nav bikin.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ê ku bo 6 salan cara 4an weke serokê dewletê hate bijartin ji rojnamegeran e axivîbû û li ser tawanên Brîtanyaya yên di mijara cînayeta Skripalî weke ‘tewşîtî' bi nav kiribû.

    Ji aliyê din ve Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson derbarê redkirina tawanan a Rûsyayê de gotibû, "her ku diçe halekî tewştir derdikeve holê'

    Bi heman mijarî:

    Polîsê Brîtanyayê: Me pêwendî di navbera jehrîkirina Skripal û cînayeta Gluşkovî de nedît
    Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
    Trump: Tê dîtin ku li pişt jehrîkirina Skripal Rûsya heye
    Peskov: Eleqeya me bi jehrîxistina Skripal tune ye, em tewambariyê qebûl nakin
    Gef li rojnamevana rûsî ya bûyera Skripal dişopand hat xwarin: Tê bi derba şûr bimirî
    Peskov: Ji bo lêpirsîna bûyera Skripal em amade ne bi Îngîltereyê re hevkariyê bikin
    Etîketan:
    Daxuyanî, Jehrîkirina Skripalî, Vladimîr Pûtîn, Sergey Skripal, Dimitriy Peskov, Rûsya, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de