07:58 20 Nîsan 2018
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Tu eleqeya encama hilbijartinan bi rakêşiya bi Brîtanyayê re tune ye

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di hilbijartinên Rûsyayê yê de duhê Pûtîn bi encamek xurt bi ser ket. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di vê derbarê de anî ziman ku sedema vê serkeftinê ne rakêşiyên bi welatan re bû, sedem projeyên Pûtîn bû.

    Peskov di derbarê encama hilbijartinan de bi rojnamevanan re axivî. Peskov di axaftina xwe de diyar kir ku: Tewanbariyên Brîtanyayê yên li ser kuştina Sergey Skripal, tu bandorê li ser encama hilbijartinê nekir. Gelê Rûsyayê ji ber planên Pûtîn yên ji bo Rûsyayê deng dan.

    Peskov di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku "hûn jî dibînin ku gel di asta herî bilind de hev girtiye. Sedema vê ne ku ji aliyê hinekan ve êriş heye, sedema vê ew e ku gelê Rûsyayê dixwaze bêhtir pêşkeve. Encama hilbijartinê bi awayek eşkere vê nîşanê me dide.

    Bi heman mijarî:

    Encamên pêşî yên hilbijartina Rûsyayê ku Pûtîn qezenç kirin têne eşkerekirin
    Rûsyayê serokê xwe hilbijart: Dengê Pûtîn ji sedî 75an zêdetir in
    Ji Pûtîn bo Serokê Çînê peyama pîrozbahiyê
    Kremlîn: îdiaya Johnsonê ‘dibe ku emrê kuştinê ji Pûtîn hatibe’ nayê qebûlkirin
    Etîketan:
    peskov, pûtîn, hilbijartin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de