13:48 25 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Londonê bi taybetî navê ‘Noviçok'ê bilêv kir

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku Londonê di mijara jehrîkirina ajanê berê yê rûsî Sergey Skripal bi taybetî navê ‘Noviçokê bilêv kir û xwest bi vê yekê jehrîkirinê bixe stûyê Rûsyayê.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaxarova ji televizyona Rossiya 24ê re derbarê jehrîkirina ajanê berê yê rûsî Skripalî axivî û derbirî ku London bi zanebûnî navê gaza jehrî ya bi navê Novîçokê bilêv kir. Bi saya vê tawanê hemû cîhan peyva ‘Noviçok'ê fêr bû.

    Zaxarovayê ev yek weke lîstikeke tirsnak û xeternak a welatên Rojavayê li ser Rûsyayê bi nav kir û got, li seranserê cîhanê ev peyva ‘Noviçok' weke peyveke koka wê rûsî tê famkirin. Serokwerzîra Brîtanyayê di derbarê formula wê madeyê de xwedî agahî nîn e. Serokwezîra brîtanî ji nişka ve û yekser tiştekî ayîdî rûsan bilêv dike û bala hemû cîhanê dikşîne ser welatê me. Paşê ev peyv bênavber di medyayê de cih digire. Ne tenê Brîtanya herwiha çavkaniyên gelek akteran ji bo belavkirinê vê peyvê ketine dewrê."

    ‘ÇAVKANIYAN GAZA JEHRÎ BI HERHAL YÊN BRÎTANYA Û AMERÎKA NE'

    Zaxarova li ser jehra ku Skrîpalî dayê kuştin got, çavkaniyên gaza jehrî ya wê gazê bi herhal Brîtanya û Amerîka ne.

    Dîplmata rûsî wiha reng da axaftina xwe, "Çavkaniya vê madeya kîmyayî di destpêka 1990î û vir ve welatên ku gazên di çarçoveya ‘Novîçokê' de bi awayekî xurt hildiberînin in. Projeya hilberîna gaza jehrî ya navhatî ne ji aliyê Rûsyayê ve ne jî li Yekîtiya Dewletên Soveyta Sosyalîst (SSCB) ye. Bi herhal welatên ku vê gazê hildiberînin Brîtanya, Slovakya, Swêd û Amerîka ye. Ya di destê wan de nimûneyên vê jehrê hene ya jî ev daxuyanî bi temamî derew in."

    ‘KAMPANYAYA DIJBERIYÊ YA LONDONÊ LI DIJÎ RÛSYAYÊ BI SERKEFTINÊN RÛSYAYÊ LI SÛRIYEYÊ RE ELAQEDAR IN'

    Zaxarova wiha pê de çû, "Pêvajoya çareseriya pirsa Sûriyeyê ya Astanayê hevkarên me ne rehet dike. Ew dijberiya Rûsyayê dikin û hewil didin nîşan bidin ku Rûsya ne hêzeek aştiyê ye, lê lîstikeke dilîze. Ev yek bi daxuyaniya Serokwezîra Almanyayê gur kirin."

    Herwiha Zaxarovayê derbarê tawanên çekên kîmyayî de bibîrxist ku Rûsya di vî warî de hewil dide ku Şam çekên xwe yên kîmyayî ji nav bibe.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
    Trump: Tê dîtin ku li pişt jehrîkirina Skripal Rûsya heye
    Peskov: Eleqeya me bi jehrîxistina Skripal tune ye, em tewambariyê qebûl nakin
    Gef li rojnamevana rûsî ya bûyera Skripal dişopand hat xwarin: Tê bi derba şûr bimirî
    Peskov: Ji bo lêpirsîna bûyera Skripal em amade ne bi Îngîltereyê re hevkariyê bikin
    Putin: Divê Îngiltere mijara Skripal çareser bike
    Etîketan:
    Novîçok, Gaza jehrî, Jehrikirina Skripal, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Sergey Skripal, Mariya Zaxarova, Brîtanya, Amerîka, Ewropa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de