13:54 25 Nîsan 2018
    Sergey Rudskoy

    Îran, Rûsya û Tirkiyeyê li Idlîbê korîdoreke mirovî vekirin

    © AP Photo / Alexander Zemlianichenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 02

    Sererkaniya Rûsyayê ragihand ku Îran, Rûsya û Tirkiye li herêma Idlîbê ya ku rakêşî lê tê kêmkirin korîdoreke mirovî organîze kirin û zêdetirî 3 hezar kesî tehliye kirin.

    Serokê Dezgeya Bingehîn a Harekatê ya Sererkaniya Rûsyayê General Sergey Rudskoy ji Rossiya 24ê re axivî û da zanîn ku li herêma ku rakêşî lê tê kêmkirin a Idlibê welatên garantor ên çareseriya pirsa Sûriyeyê Rûsya, Iran û Tirkiye ji bo tehliyekirina sivîlan korîdorekî mirovî organîze kirin û ji vê korîdorê ta niha zêdetirî 3 hezar û 800 kes hat tehliyekirin.

    Rudskoy, "Rûsya, Iran û Tirkiyeyê bi koordînasyoneke hevpar li devera Ebû-Dûxûr û Dil Siltanê korîdoreke mirovî vekirin û ji vê korîdora mirovî 3 hezar 806 ke hat tehliyekirin."

    Herwiha Rudskoy derbirî ku li 20 hezar û 841 kes vegeriyane Dêre Zra li Rojhilatê Firatê û wiha pê de çû,"Zêdetirî 12 hezar penaberî jî vegeriyane Salhiyah a ku navenda koordînasyona mirovî ya Rûsyayê lê ye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilat ji milîtanan re korîdora mirovî vekir
    Lavrov: Li Xûtayê korîdora mirovî hat vekirin, dema rakirina astengiyên li ser sivîlan e
    Perinçek: Tirkiye korîdora PKKê ku Amerîka û Îsraîl piştgiriya wê dikir şikand
    Etîketan:
    Korîdora Mirovî, Sergey Rudskoy, Sûriye, Idlib
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de