20:29 23 Nîsan 2018
    Halep'te teröristlerin kullandığı kimyasal silah fabrikası.

    Rûsya: DYAyê bo prowakasyona bikaranîna çekên kîmyewî bike hin milîtan perwerde kirin

    © Sputnik / Nour Molhem
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sererkaniya Rûsyayê daxuyand ku Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) bo prowakasyonên ku li Sûriyeyê çekên kîmyewî tên bikaranîn bikin, li herema El Tanfê hin milîtanan perwerde dike.

    Ji Serkerkaniya Rûsyayê Sergey Rudskoy ji Televizyona Rossiya 24ê re daxuyand ku hin perwerdekarên amerîkî li bajarê El Tanfê ji bo ku li Başûrê Sûriyeyê prowakasyonan pêk bînin, hin milîtanan perwerde dikin. Rudskoy da zanîn ku bi hin madeyên jahrî wê teqemeniyan amade bikin û ji bo prowakasyonan wê bikarbînin.

    'BI PROWAKASYONAN DIXWAZIN ŞAMÊ SÛCDAR BIKIN'

    Her wiha wê bi bikaranîna çekên kîmyewî Şamê sûcdar bikin û wê rê li ber DYAyê veke ku êrîşî artêşa Sûriyeyê bike. Rudskoy eşkere kir ku madeyên jahrîkirî ji aliyê hin saziyên ku ne girêdayî Şamê ne di çarçoveya alîkariya mirovî de dikşînin Başûrê Sûriyeyê.

    'OPERASYONÊN HIKUMETA SÛRIYEYÊ LI DIJÎ EL NÛSRAYÊ BERDEWAM DIKIN'

    Rudskoy vegot, operasyonên hikumeta Sûriyeyê yên dijî El Nusrayê berdewam dikin û her wiha li gor rêzikên KENYê tevdigere. Rudskoy bibîrxist ku piştî bêhnvedana mirovî li Xûtaya Rojhilat rewş bi tevahî hatiye guhertin.

    'EM JI HERKESÎ PIŞTGIRIYA TEHLIYEKIRINA SIVÎLAN DIXWAZIN'

    Rudskoy anî ziman ku li gor agahiyên berdest, hin komên milîtanan dest ji çekan berdan e û amadene ji Xûtaya Rojhilat vekişin. Lê li bendeyî destura patronên xwe yên biyanî ne, ji hemû komên ku bandora wan li ser komên çekdar hene em dixwazin ku piştgiriyê bidin tehliyekirina sivîlan.

    ‘20 KONTEYNER KLOR KIŞANDIN HEREMÊ'

    Rudskoy, "El Nûsra bi mîxferên sipî re 25 kîlometre nêzî heremên El Habit û Kalb Luzaya Bakurê Rojavayê Idlibê wê êrîşên çekên kîmyewî bikin. 20 konteyner klor kişandin heremê. Em hêvî dikin ku di medyayê cih bigre.

    Bi heman mijarî:

    Li Haleb û Idlîbê 43 kes hatin kuştin
    Pûtîn ragihand bê Rûsyayê di sala 2017an de bi çiqasî çek firotine
    CHP: Bila çek rawestin û dayik negirîn
    Etîketan:
    çekên kîmyewî, Haleb, Şam, Sergey Rudskoy, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de