05:54 20 Nîsan 2018
    Wezîrê Deve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Lavrov: Divê dawî li planên dabeşkirina Sûriyeye were

    © REUTERS / Sergey Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku divê dawî li fikr û planên dabeşkirina Sûriyeyê were.

    Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji televizyona dewlwetê ya Kazaxistanê re axivî. Lavrov got, "Divê dawî li fikr û planên dabeşkirina Sûriyeyê were." Herwiha Lavro amajê pê kir ku asta tundiyê ya li Sûriyeyê kêm bûye lê êrişên milîtanan li Xûtaya Rojhilat didomin.

    Lavrov bilêv kir ew hêvîdar in ku Feylaq el Rehman têkiliyên xwe bi Ceyşul Îslamê, Ahraruş Şam û El Nûsrayê (Fetih el Şam) re qut bikin.

    ‘FORMATA ASTANAYÊ KIR KU TUNDÎ KÊM BIBE'

    Lavrov diyar kir ku formata Astanayê derfet da kul i Sûriyeyê tundîtî kêm bibe û hêvîdar im ku civîna bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê û Wezîrê Derve yê Iranê Muhammed Cewad Zerif re êrênî derbas bûye.

    Lavrov destnîşan kir ku di civîna Astanayê ya Rêbendana 2017an de nirxandine, "Di mehên bihûrî de gelek pêşketin çêbûn. Pêşketina herî girîng sazkirina herêmên ku rakêşî lê tê kêmkirin bû. Di vê çarçıveyê de agirbestê dest pê kir. Tevî hindek binpêkirina asta tundîtiyê bi awayekî berbiçav kêm bû."

    Lavrov derbirî ku Brîtanya, Amerîka, Fransa û hindek hêzên taybet li xaka Sûriyeyê ne, ji ber vê yekê êdî ya ku diqewime ‘şerekî nerasterast e', rasterast şer e ya ku diqewime.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Li Stenbolê li ser çawaniyên çareseriya pirsa Sûriyeyê em dê hewl bidin rêkbikevin
    Lavrov: Ji Xûtaya Rojhilat 12 hesar kes veqetiyan
    Lavrov, Çavuşoglu û Zerîf li Astanayê daxuyaniyeke hevpar dan
    Lavrov: Kesên ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin ji encamên Astanayê ne razîne
    Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
    Lavrov: Li gel Çavuşoglu û Zerîfî dê pendan bo hikûmeta Sûriye û dijberiyê re amade bikin
    Berovajî gotinên Lavrov, Tirkiye wê ji Efrînê venekişe
    Etîketan:
    Çareseya Pirsa Sûriyeyê, Sergey Lavrov, Sûriye, Şam, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de