17:04 25 Nîsan 2018
    Rakka-Suriye

    Rûsya: Federasyona Sûriyeya Bakur fişarê li ser sivîlan dikin ku ji Reqayê dernekevin

    © REUTERS / Zohra Bensemra
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastina Rûsyayê daxuyand ku Federasyona Sûriyeya Bakur ku ji aliyê artêşa Amerîkayê ve li Reqayê hat damezrandin, fişarê li sivîlan dikin ku ji heremên ji aliyê hevpeymaniyê ve tên bombebarkirin dernekevin.

    Wezareta Parastina Rûsyayê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Birêvebirên Federasyona Sûriyeya Bakur destûrê nadin ku sivîl ji Reqayê derkevin û ji bo mayina li başêr fişarê li wan dikin." Li gor daxuyaniyê li Reqayê bo vegera koçberan rewşek neyinî bandordar e, ji 200 hezar kesî zêdetir di herema di bin kontrola hikumeta meşru de, 100 hezar kes jî li herema di bin kontrola Tirkiye û DYAyê de ne dijîn.

    Her wiha li gor daxuyaniya wezaretê hin rayedarên Federasyona Sûriyeya Bakur ku ji aliyê artêşa Amerîkayê ve li Reqayê hat damezrandin, fişarê li sivîlan dikin ku ji heremên ji aliyê hevpeymaniyê ve tên bombebarkirin dernekevin.

    Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku çend taxên bajêr tenê bi ewlene, yên din di bin xetereyê de ne. Her wiha gellek teqemeniyên ku hîn nehatine teqandin li nav kolanan henin, ev jî dibe sedema xetereyê. Di teqînên li bajêr pêk hatin de heta niha 500 kesî jiyana xwe ji dest da ye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya 23 dîplomatên brîtanî dersînor dike
    Rûsya: Balafirên me li Xûtaya Rojhilat nefiriyan
    Rûsya di derbarê bi jehrîxistina Skrîpal û mirina Nîkolay Glûşkov de doz vekir
    Etîketan:
    Sivîl, Reqa, jiyan, Sûriye, Wezareta Parastina Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de