04:21 20 Nîsan 2018
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: Li Xûtaya Rojhilat ne niha ne jî berî ti cureyeke çekên kîmyewî nehatiye bikaranîn

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku li herêma Xûtay Rojhilat ne niha ne jî berê ti curekeye çekên kîmyewî nehatiye bikaranîn.

    Konaşenkov ji medyayê re ragihand ku milîtanên di bin kontrola Amerîka û Brîtanyayê de, gelek caran provokasyonên bikaranîna çekên kîmyewî amade kirine û Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî hişyariyan dide.

    Konaşenkov li ser nûçe û îdiaya ku doh artêşa Sûriyeyê li niştîngeha Hammuriye ya Xûtaya Rojhilat çekên kîmyewî bikar aniye got, "Ne niha ne jî berî ti cureyeke çekên kîmyewî nehatiye bikaranîn."

    Konaşenkov diyar kir, li demeke ku 11 hezar 500 welatiyên li herêma Hammuriyeyê ji ser korîdora mirovî derketine, medya Rûsî, Rojavayî û Erebî ji gelek kesan ev pirs kiriye û kesekî jî bikaranîna çekên kîmyewî piştrast nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Balafirên me li Xûtaya Rojhilat nefiriyan
    Artêşa Sûriyeyê: Me 70 ji sedê axa Xûtaya Rojhilat rizgar kir
    Îran û Tirkiye li ser hevkariya leşkerî li hev civiyan
    Li Yunanistanê ji bo piştgiriya Efrînê Balyozxaneya Almanyayê hat dagirkirin
    De Mistura: Rewşa Efrînê cihê fikarê ye
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de