04:12 20 Nîsan 2018
    Ala Rûsyayê û Kremlîn Tower

    Kremlîn: îdiaya Johnsonê ‘dibe ku emrê kuştinê ji Pûtîn hatibe’ nayê qebûlkirin

    © Sputnik / Kirill Kallinikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di derbarê kuiştina sîxurê rûsî Sergey Skripal de Wezîrê Karê derve yê Brîtanyayê îdia kir ku ‘dibe ku emrê kuştinê ji Pûtîn hatibe.’ Kremlin vê îdiayê bersivand û got ‘nayê qebûlkirin.’

    Wezîrê Karê Derve yên Brîtanyayê Boris Johnson di derbarê kuştina sîxurê rûsî de îdia kir ku "ihtimale ku emrê kuştinê ji Pûtîn hatibe." Li ser vê daxuyaniyê Kremlîn bersiv da. Kremlîn: Ev îdia bi tu awayê nayê qebûlkirin.
    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov anî ziman ku "me beriyê de jî got ku tu eleqeya me bi vê buyerê tune ye, di vê çarçovê de navê serokê dewleta me (Pûtîn) tê bikar anîn, ev tevgera wan ji hêla exlaqê siyasî ve ne rast e û bi tu awayê nayê qebîlkirin."

    JOHNSON ÇI GOTIBÛ?
    Johnson di çarçoveya vê meselê de beriyê de gotibû ku "tu derdekî me bi rûsan re nîne. Sedema berteka me ya di vê meseleyê de ne ne fobiya rûsa ye. Şerê me bi Kremlîna Pûtîn re ye. Piştî şerê cîhanê yê duyem, yekem car e ku gaza kujer li Brîtanya û li kolanên Yekîneyên Ewropa tê bikaranîn. Li gorî me ev emir bi ihtimaleke mezin ji aliyê Pûtîn ve hatiye dayîb."

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Dê bersiva me ya ji bo Brîtanyayê dereng nebe
    Kremlîn: Daxuyaniyên ser tetbîqata Zapadê yên sorkirina dijayetiyê provokasyon in
    Kremlîn: Pêwîst e di êrîşa St. Petersburgê de hemû îhtimal bên nirxandin
    Etîketan:
    Peskov, kremlîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de