15:51 21 Gulan 2018
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Rûsya: Mueyîdeyên Amerîkayê li dijî hiqûqa Anglosaksonê ne jî

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser mueyîdeyên Amerîkayê yên li dijî Rûsyayê got, eleqeya wan mueyîdeyan bi hiqûqa Anglosaksonê re jî tune ye.

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Astanayê li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve Îranê Muhammed Cewad Zarîf civîna hevpar ya çapemeniyê li dar xist û di wê civînê de ji bo mueyîdeyên Amerîkayê yên derbarê îdiayên li ser midaxeleya hilbijartinên Amerîkayê axivî.

    Lavrov got, "Kêmasiya rastiyan bi pêlên nû yên mueyîdeyan tên girtin. Anîna mueyîdeyên nû ji bo heman tiştî li dijî hiqûqa Anglosaksonê ye jî.Prgal û edaleta hiqûqa Anglosaksonê bi awayekî me hînê nebûne xwe nîşan dide."
    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov jî got, ew ê di çarçoveya ‘prensîba beramberiyê' de bersivê bidin Amerîkayê û ew ê ‘lîsteya reş' ya amerîkayî tê de cih digirin, berfireh bikin.

    Ryabkov anî ziman ku pêkanîna mueyîdeyan ne daxwaz û rêbaza Rûsyayê ye û got, ji bo îhtimala sererastkirina peywendiyên li gel Amerîkayê em naxwazin hemû rêyên diyalogê bigirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Milîtanan li Hemmuriye hewil dan tehliyekirina sivîlan asteng bikin
    Lavrentyev: Pevbaweriya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê gihîşt qonaxeke nû
    Rûsya: Nêzikî 11 hezar kes ji Xûtaya Rojhilat veqetiyan
    Trump: Tê dîtin ku li pişt jehrîkirina Skripal Rûsya heye
    Ji DYA, Brîtanya, Almanya û Fransa daxuyaniya hevpar: Rûsya yekrêziya Brîtanyayê binpê kir
    Etîketan:
    hiqûq, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Ryabkov, Sergey Lavrov, Astana, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de