15:32 21 Gulan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Li Stenbolê li ser çawaniyên çareseriya pirsa Sûriyeyê em dê hewl bidin rêkbikevin

    © REUTERS / Djordje Kojadinovic
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyaya Sergey Lavrov diyar kir ku Li Civîna Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya li Stenbolê ya 4ê Nîsanê de li ser çawaniyên çareseriya pirsa Sûriyeyê li hev bikin.

    Lavrov ragihand ku wezîrên rûsî, tirkî û îranî di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariya Netewî (KENY) di têkoşîna terorê li Sûriyeyê rêkeftine.

    Dîplomatê rûsî herwiha diyar kir ku piştî hevdîtina wezîrên derve yê welatên garantor li Astanayê biryara damezrandina komxebata serbiserdana dîlgirtiyan hatiye stendin û ev yek biryareke girîng e.

    ‘DÊ BI RÊXISTINÊN TERORÎ RE TÊKOŞÎN BIDOME'

    Ji aliyê din ve Dîplomatê rûsî got, wezîrên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li Sûriyeyê di mijara têkoşîna bi rêxistinên terorî re li hev kirin. Lavrov lê zêde kir, "Ne bi dilê me be jî di mijarên çareseriyê de pêşketin çêbû û rêxistinên terorî yên ku KENYyê wek rêxistinên terorî qebûlkirine têkoşîna me didome, di vî warî de me li hev kir."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Ji Xûtaya Rojhilat 12 hesar kes veqetiyan
    Lavrov: Kesên ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin ji encamên Astanayê ne razîne
    Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
    Lavrov: Li gel Çavuşoglu û Zerîfî dê pendan bo hikûmeta Sûriye û dijberiyê re amade bikin
    Etîketan:
    KENY, Sergey Lavrov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de