06:31 27 Gulan 2018
Sivîlên ku ji Hemmuriyê hatin Tehliyekirin - korîdora mirovî -Xûtaya Rojhilat

Rûsya: Milîtanan li Hemmuriye hewil dan tehliyekirina sivîlan asteng bikin

© REUTERS / Omar Sanadiki
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku milîtanan li bajarokê Hemmuriyê yê li Xûtaya Rojhilat hewil dan tehliyekirina sivîlan asteng bikin.

Navenda Raçavkirina Agirbesta Sûriyeyê ya girêdayî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand, "Îro roja înê milîtanan hewil dan tehliyekirina sivîlan asteng bikin. Komeke segvanan di dema tehliyekirinê êrişî sivîlan kir. Piştî tevdîran segvan hatin kuştin û paşê tehliyekirinan cardin destpê kir."

‘HETA NIHA ZÊDETIRÎ 14.500 KESÎ HAT TEHLIYEKIRIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji destpêka navberdayîna mirovî ji Xûtayê 14.500 kes hatin tehliyekirin, "Li ser korîdorên Hemmuriye, Sakba û Hezzeyê tehliyekirin dewam dikin. Ji îro danê sibehê jin, zarok û îxtiyaran 3326 kes ji herêmê derketin."

Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku dibe ku îroz 20 hezar kes jî Xûtaya Rojhilat derkevin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Ji Xûtaya Rojhilat 12 hesar kes veqetiyan
Rûsya: Nêzikî 11 hezar kes ji Xûtaya Rojhilat veqetiyan
Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat zêdetirî 300 kesî hat tehliyekirin
Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat 30 topên hawanê avêtin Şamê
Rûsya: El Nûsrayê li Xûtaya Rojhilat gaza klorê bikar anî
Etîketan:
êrişa milîtana li ser sivîlan, Tehliyekirina Sivîlan, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Şam, Xûtaya Rojhilat
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de