19:06 20 Nîsan 2018
    Doğu Guta'dan tahliye edeilen siviller

    Lavrov: Ji Xûtaya Rojhilat 12 hesar kes veqetiyan

    © AFP 2018 / LOUAI BESHARA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li paytext Astanaya Kazakistanê piştî hevdîtina bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û yê Îranê Mûhammed Cevad Zerîf re daxuyand ku Ji Xûtaya Rojhilat bi tenê duh 12 hesar kes veqetiyan.

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û yê Îranê Mûhammed Cevad Zerîf re li paytext Astanaya Kazakistanê hevdîtinek kir. Piştî hevdîtinê Lavrov di civîna çapemeniyê ya hevpar de daxuyand ku tevî hemû derewên derheqê Xûtaya Rojhilat de bi rayedarên sûriyeyî xebatên me yên ji bo tehliyekirina sivîlan, alîkariyên mirovî û tehliyekirinên nexweş û birîndaran wê bidomin û encamên wê jî li ber çavan e. Bi tenê duh ji Xûtaya Rojhilat 12 hezar kes veqetiyan û alîkariya mirovî ya 137 tonî hat kirin.

    Lavrov da zanîn ku tehliyeyên ji Xûtaya Rojhilat didomin lê li heremê hê jî pirsgirêkên cidî hene, dema ku sivîl vediqetin militan dixwazin astengiyan derxin, ardin jî xebatên bi serokên rêxistinên terorê re encamên xwe didin. Lavrov bang li civaka navdewletî jî kir ku bêtir çalaktir bibin: "Divê sivîl bên bi cihkirin, pêdiviyên sereke yên mirovî kêm in, rewşa mirovî ya Sûriyeyê berbiçav e, civaka navneteweyî û NY di serî de kesên ku ji terorîstan direvin û ji Xûtaya Rojhilat derdikevin xwedî derkevin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov, Çavuşoglu û Zerîf li Astanayê daxuyaniyeke hevpar dan
    Lavrov: Kesên ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin ji encamên Astanayê ne razîne
    Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
    Lavrov: Li gel Çavuşoglu û Zerîfî dê pendan bo hikûmeta Sûriye û dijberiyê re amade bikin
    Berovajî gotinên Lavrov, Tirkiye wê ji Efrînê venekişe
    Lavrov: Di dayîna moşekên S-400î de jo bo Rûsyayê ti rîskekê tune ye
    Etîketan:
    Xûta, mirovî, milîtan, alîkarî, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de