06:06 20 Nîsan 2018
    Lavrov, Çavuşoglu û Zerîf li Astanayê

    Lavrov, Çavuşoglu û Zerîf li Astanayê daxuyaniyeke hevpar dan

    © REUTERS / Mukhtar Kholdorbekov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li paytexta Kazaxistanê Astanayê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi hevkarê xwe yê rûsî Sergey Lavrov û yê îranî Cewad Zerîf hevdîtineke sêalî dîtin. Piştî hevdîtinê wezîran daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku sepandina herêmên ku rakêşî lê tê kêmkirin dê berdewam bike.

    Wezîrê Derve yê sê welatên garantor ên Pêvajoya Astanayê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Sê welatan biryar da sepandina çar herêmên ku rakêşî lê tê kêmkirin dewam bike."

    ‘HEVDÎTINA 9EMÎN YA ASTANAYÊ DÊ MEHA GULANÊ DE WERE LIDARXISTIN'

    Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku hevdîtina 9emîn ya Astanayê di nîvê meha gulanê de were lidarxistin.

    Ji aliyê din ve Lavrov piştî hevdîtina sêalî daxuyaniyek dabû û gotibû ku ew bi hevkarên xwe yê tirk û îranî re li ser mijara berfirehkirin an jî sazkirina herêmên nû yên ku raskêşî li wan tê kêmkirin ne axivîne.

    ‘BIRYARA DIRÊJKIRINA SEPANDINA HERÊMÊN KU RAKÊŞÎ LI WAN TÊ KÊMKIRIN NE DAÎMÎ YE'

    Wezîrê Derve yê rûsî derbirî ku biryara dirêjkirina sepandina herêmên ku rakêşî li wan tê kêmkirin ne daîmî ye û ew dê paşê biryar bidin ku dewam bikin an na.

    Li Sûriyeyê çar herêmên ku rakêşî li wan tê kêmkrin serê pêşî ji bo şeş mehan weke tevdîreke hatibûne sazkirin.

    Hatibû diyarkirin ku li sînorên herêmên ku rakêşî li wan tê kêmkirin şerîdên ewlehiyê bên dayîn û dê kî li van deran kar bike sê welatên garantor dê biryar bidin.

    Di peymanê de herwiha aliyan armanc dikir ku li herêmên navhatî agirbest pêk were û alîkariyên mirovî bigihînine wan herêman.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtinên Astana 7ê bi dawî bûn
    Muxalifên çekdar beşdarî Astana-6ê dibin
    Astana 5ê destpê kir: Hemû alî tevlî civînê bûn
    ‘Muxalîfên çekdar ên Sûrîyê dixwazin berê Astana-5ê li Enqerê bicivin’
    Zaxarova: DYA derbeyeke giran li pêvajoya Astana û Ceneveyê xist
    Etîketan:
    Herêmên ku rakêşî li wan tê kêmkirin, Civîna Astanê, Cewad Zerif, Mevlut Çavoşoglu, Sergey Lavrov, Kazaxistan, Astana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de