08:31 23 Nîsan 2018
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov: Kesên ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin ji encamên Astanayê ne razîne

    © REUTERS / Denis Balibouse
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 02

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyand ku encamên Astanayê yê ku ji bo pevçûnên li Sûriyeyê bidawî bibin, ne bi dilê wan kesan e ku dixwazin Sûriyeyê parçeyî mîrektiyan bikin.

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevdîtinên Wezîrên Karê Derve yên dewletên garantor Tirkiye, Îran û Rûsyayê de axivî û got, "Dewletên ku dixwazin Sûriyeyê parçeyî mîrektiyan bikin ji encamên Astanayê ne razî ne. Lavrov da zanîn, formata Astanayê ku salek berê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de hat avakirin encamên xwe bi heremên aramkirî, îadekirina girtî û rehîneyan nîşan da. Bi xebatên me alîkariyên mirovî leztir bûn. Ji pêvajoyek siyasî di çarçoweya rêzikên NYyî de me şert merc avakirin û di daxuyaniya Kongreya Diyaloga Navdewletî a Soçiyê de jî hat eşkerekirin."

    Her wiha Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê bilêv kir ku rûdanên li Astanayê herkesi bextewar nake, kesên ku dixwazin Sûriyeyê parçeyî mîrektiyan bikin ji encamên Astanayê ne razîne. Dewletên ku hiqûqa navdewletî binpê dikin dixwazin ev dewleta Rojhilata Navîn ji aliyê hin aktoran derveyî ve bê birêvebirin.

    Lavrov derbarê rêzik û rêbazên KENYyê de jî axivî ku Rusya her dem li gor biryarên hiqûqa navdewletî tevgeriyan e: "Em ji xwe bawerin ku li aliyê hiqûqa navdewletî disekinin, dema têkoşîna me ya li dijî terorê berdewam dikir jî di hevdîtin û encamên Soçî û Astanayê de biryarên KENYyê li ber çavan bûn."

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
    Lavrov: Li gel Çavuşoglu û Zerîfî dê pendan bo hikûmeta Sûriye û dijberiyê re amade bikin
    Berovajî gotinên Lavrov, Tirkiye wê ji Efrînê venekişe
    Lavrov: Di dayîna moşekên S-400î de jo bo Rûsyayê ti rîskekê tune ye
    Lavrov: Kiryarên DYAyê yên li Sûriyeyê, operasyona Tirkiyeyê a dijî Efrînê proveke kir
    Etîketan:
    Soçi, Astana, encam, Sûriye, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de