05:54 20 Nîsan 2018
    Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev

    Lavrentyev: Pevbaweriya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê gihîşt qonaxeke nû

    © AP Photo / Sergey Grits
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev diyar kir, pevbaweriya navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ku garantorên agirbesta Sûriyeyê ne gihîştiye qonaxeke nû û dê bihêzkirina wê baweriya bi hevdu berdewam be. Lavrentyev got, dê dîroka lidarxistina Astana-9ê jî di encamnameya civîna wezîrên derve de were eşkerekirin.

    Lavrenteyv da xuyakirin ku civîna heyetan a li Astanaya paytexta Qazaxistanê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de, ji bo hevdîtina sibe ya wezîrên derve amadekarî ye û wiha pê de çû:

    "Danûstandin gelekî baş derbas bûn. Ya herî girîng hema hema li ser hemû mijaran nêrîneke hevbeş heye û rojev jî gelekî tije ye. Em hemû, ango hemkarên me yên îranî û tirk jî xwedî heman nêrînê ne."

    Lavrentyev da zanîn ku di navbera hevdîtinên niha û yên Çileya 2017an de gelek cudahî hene û got, "Pevbaweriya navbera welatên me de, gihîşt asteke nû. Ev gelekî baş e. Gelek welat ji vê yekê kêfxweş nabin, lê em ê di bihêzkirina vê pevbaweriyê de berdewam bin."

    Lavrentyev herwiha di civîna rojnamevanî de ragihand ku dê di encamnameya civîna wezîrên derve ya hersê welatan de, tarîxa lidarxistina civîna Astana-9ê cih bigire.

    Lavrentyev da xuyakirin, "Dê wezîr sibe encamnameyê pesend bikin. Dibe hin guherîn çêbibin tê de. Xûtaya Rojhilat jî tê de rewş bilez diguhere."

     

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Amerîkayê: Me li şûna hêzên çûne ‘Efrînê’ hêza teqwiye şand Minbicê
    Nauert: Agahiyên dorpêçkirina Efrînê yên piştrastkirî li ber destê me nînin
    Bi daxwaza Erdogan parêzgerê Kerkûkê yê bi wekalet serdana Tirkiyê kir
    Erdogan qanûna tifaqa Cumhur û ewlekariya hilbijartinê pesend kir
    Li Amerîkayê bihurdeya ser rê hilweşiya: Gelek kes di bin de man
    Erdogan û Merkelê behsa Efrînê kir
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye, Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de