02:30 25 Gulan 2018
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin

    Peskov: Putin ji helwesta Brîtanyayê bi fikar e

    © AFP 2018 / Yuri KADOBNOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got, Serokê Dewleta Rûsyayê ji helwesta Brîtanyayê ya li hemberî jehrîkirina sixurê rûsî Sergey Skripal û keça wî bi fikar e.

    Peskov diyar kir ku Putin îro bi Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê re bergiriyên Brîtanyayê yên piştî bûyera Skripalê nirxand û got, "Di çarçoveya mijarên navdewletî de têkiliyên Rûsya û Brîtanyayê yên di warê bûyera Skripal de bi awayekî hûrgilî hatin nirxandin. Putin got, ew ji ber helwesta Brîtanyayê ya xeraker û provokatîf gelekî bi fikar e."

    Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May duhî di axaftina xwe ya Kamaraya Avaman de li ser jehrîkirina sixurê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî daxuyandibû ku ew ê 23 dîplomatên rûsî dersînor bikin û ev ji serdema Şerê Sar û vir ve dê dersînorkirina herî mezin be.

    Bi heman mijarî:

    Putin: Ez carinan bi tifingê radizam
    Putin diçe serdana Kirimê
    Rûsyayê dîmenên moşeka ku Putin behs kiribû weşandin
    Putin: Divê Îngiltere mijara Skripal çareser bike
    Putin: Peymanên Rûsya, Tirkiye û Îranê bi kêr tên
    Putin: Îdiayên ku Şamê çekên kîmyewî bikaraniye derewin
    Etîketan:
    bifikar, Serokê Dewleta Rûsyayê, Berdevkê Kremlînê, Vladimir Putin, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de