04:17 20 Nîsan 2018
    Sergey Lavrov, Mevlut Çavuşoglu û Muhammed Cewad Zarîf

    Lavrov: Li gel Çavuşoglu û Zerîfî dê pendan bo hikûmeta Sûriye û dijberiyê re amade bikin

    © REUTERS / Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku dê di civîna sibe ya Astanayê ya li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û yê Îran Muhemed Cewad Zerîf de behsa pêvajoya sepandina deklarasyona Soçiyê û pendên xwe ji bo hikûmeta Sûriyeyê û dijberiya wê bikin.

    Lavrov di foruma bi navê 'Rûsya welatê fersendan' ya li Moskowê de axift û got ku 'sibe li Astanayê dê bi wezîrên derve yê Tirkiye û Îranê re bicive. Em li ser çawaniya sepandina deklarasyona Soçiyê bişêwirin û pendan ji bo hikûmet û dijberiyê  amade bikin."

    "DIVÊ EM KOMISYONA DESTÛRÊ AVA BIKIN"

    Herwiha Lavrovî diyar kir ku li gel têkoşîna li dijî terorê û çareserkirina kêşeyên mirovî, divê pêvajoya siyasî hêdî nebe û wiha got:

    "Hersê welatên garantorên pêvajoya Astanayê, Rûsya, Tirkiye û Îran bi beşdarbûn agelek nûnerên civaka Sûriyeyê Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê li Soçiyê li dar xist. Deklarasyonek di kongreyê de hat qebûlkirin ku Neteweyên Yekbûyî bi tevahî piştgirî dabûyê. Divê zûka em vê deklarasyonê di serperiştiya NYyê komisyona destûrê pêk bînin. Divê em komiyson li Cenevê dest bi xebatên xwe bike û destûra nû ya Sûriyeyê amade bike."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Çeka nû ya bihêz a Rûsyayê li ti cihekî din nîne
    Ji Rûsyayê hişyarî: Milîtan li Xûtaya Rojhilat amadekariya provokasyona kîmyewî dikin
    Kremlîn: Dirêjkirina mueyîdeyên Amerîkayê li dijî Rûsyayê ne qanûnî ye
    Navê çeka nû ya Rûsyayê di medya îngilîz de: Bûka Îblîs!
    Etîketan:
    Mevlut Çavuşoglu, Sergey Lavrov, Astana, Sûriye, Soçî, Tirkiye, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de