17:40 22 Nîsan 2018
    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Lavrov: Kiryarên DYAyê yên li Sûriyeyê, operasyona Tirkiyeyê a dijî Efrînê proveke kir

    © REUTERS / Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyand ku kiryarên DYAyê yên Sûriyeyê operasyona Tirkiyeyê a dijî Efrînê proveke kir.

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe de operasyona artêşa Tirkiyeyê a dijî Efrînê nirxand.

    Lavrov wiha axivî, "Kiryarên DYAyê yên li Sûriyeyê operasyona dijî Efrînê a Tirkiyeyê proveke kir. Li heremê di têkoşîna dijî terorîstan re piştgiriya hêzên kurd kirin. Piştî ku terorîst ji heremê derketin jî piştgiriya wan berdewam kir. Ji aliyê din ve bi kurdan re armanc dikirin ku sînorê Sûriye û Îranê bixin bin kontrola xwe û dixwestin wek herema ewle kurd wê biparêzin."

    Lavrov derbarê hêzên li rojhilata navîn de jî wiha got: "Ev hemû tişt teqez ne bi profesyonelî ye û cahîlane ye. Yên ji Washingtonê daxuyaniyan didin difikirîn ku Tirkiye wê bi aramî li wan temaşe bike, tê xuyakirin ku di derbarê dengeya hêzên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de ti zanebûna wan tune ye."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov ji Amerîkayê re: Dest ji piştgiriya terorîstan berde
    Lavrov û Çavuşoglu civiyan: radestkirina S-400ê dê were lezandin
    Lavrov û Çavuşoglu dê li ser peymana S-400î biaxivin
    Etîketan:
    artêş, Sûriye, leşker, operasyon, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de