17:30 20 Nîsan 2018
    Fetih el Şam

    Lavrov ji Amerîkayê re: Dest ji piştgiriya terorîstan berde

    © REUTERS / Ammar Abdullah
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 02

    Wezîrê Derve yê Sergey Lavrov bangî Amerîkayê kir ku terorîstên li Xûtaya Rojhilatî di nav de, piştgiriya xwe li ser hemû terorîstan bibire.

    Lavrov bi Sputnikê re axift û got: Divê hevpeyamaniya navdewletî ya ku Amerîka pêşengiya wê dike ku li hewayê xebatan dike û li qadê jî gelek yekîneyên taybet bi cî kirin, di serî de Fetih el Şam(navê wê yê berê Cebhet el Nusrayê) piştgiriya xwe li ser gelek rêxistinên terorê yên tundrew ên him li Xûtaya Rojhilatî û him jî li herêmên din in û dewletên rojavayî wan wek terorîst nabînin bibire. Nexasim ev kom, girêdayî Fetih el Şamê re dixebitin û fermandariyeke hevpar damezirandiye."

    Herwiha Lavrov teqez kir ku biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî(KENY) rêxistinên terorê daxwaz kiriye ku rêxistinên terorê bên cihêkirin.

    'RÛSYA DÊ LI SÛRIYEYÊ TERORÎSTAN TÊK BIBE'

    Lavrov diyar kir ku Rûsya di serî de terorîstên li Xûtaya Rojhilatî dê terorîstên li Sûriyeyê têk bibe û wiha dewam kir: Em ê li ser têkoşîna li dijî terorîstan berdewam bin. Em ê wan têk bibin. Em ê niha alîkariyê bidin Artêşa Sûriyeyê ku bi piştgiriya me li Xûtaya Rojhilatî operasyonan li dijî terorîstan bi rê ve dibe."

    'KESÊN DIXWAZIN JI HERÊMÊ DERKEVIN, DIKARIN KORÎDORAN BI KAR BÎNIN"

    Lavrov diyar kir ku bi awayekî suriştî dê awarteyên însanî di vê pêvajoyê de pêk bînin û kesên dixwazin ji herêmê derkevin, dikarin wan korîdorên Wezareta Parastina Rûsyayê duh ragihandibûn re derkevin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Çeka nû ya bihêz a Rûsyayê li ti cihekî din nîne
    Kremlîn: Dirêjkirina mueyîdeyên Amerîkayê li dijî Rûsyayê ne qanûnî ye
    'Rûsyayê 35 kursiyên xwendinê ji bo xwendevanên Kurdistanê dabîn kir'
    Ryabkov: Amerîka hewl dide bandorê li hilbijartina serokatiyê ya Rûsyayê bike
    Etîketan:
    ArtêşA Sûriyeyê, Fetih el Şam, Xûtaya Rojhilatî, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de