15:46 22 Nîsan 2018
    Dmitriy Peskov

    Kremlîn: Dê bersiva me ya ji bo Brîtanyayê dereng nebe

    Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ragihand ku bersiva Rûsyayê ji bo Brîtanyayê ku ji ber bijehrîkirina sixurê berê Sergey Skrîpal biryara dersînorkirina 23 dîplomatê rûsî dabû, dê dereng nebe

    Peskov daxuyanî da rojnamevanan û da zanîn ku, "Ji bo bersivê em dereng neminin. Wezareta Karên Derve û saziyên din pêşniyar amade dikin û dê serokê dewletê jî biyarê bide."

    Peskov diyar kir ku, "Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li gorî berjewendiyên welêt tevbigere."

    ‘EM HELWESTA BRÎTANYAYÊ YA DERBARÊ SKRÎPAL DE FÊM NAKIN'

    Peskov got: "Em helwesta Brîtanyayê ya derbarê kuştina Sksîpal de fêm nakin û şaş û metal in, ti bingeha sûcdarkirinan jî tineye."

    Bi heman mijarî:

    Pisporên rûsî, îranî û tirk li Astanayê mijara Sûriyeyê diaxivin
    Rûsya: Em ê bersiveke tund bidin Brîtanyayê
    Hevdîtina Tirkiye û Amerîka ya Minbicê hat paşxistin
    Zaxarova: Londonê lîsteya dîplomatkarên hatine dersînorkirin ji me re şand
    Etîketan:
    bersiv, Kremlîn, Dmîtriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de