15:46 22 Nîsan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em ê dîplomatên brîtanî dersînor bikin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî ragihand ku Moskow dê bersiva Londonê bide û dîplomatên brîtanî dersînor bike.

    Lavrov li ser pirsyarekê bê gel Moskow amade ye, bersiva Bîtaniyayê bide û dîplomatên wê dersînor bike got, "bêguman" û diyar kir ku "ev tişt dê di demeke nêz de pêk were."

    Herwiha wezîrê rûsî diyar kir ku Moskow amade ye ku li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê nû Mike Pompeoyî bixebite.

    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê bersiv îro dabû daxuyaniyên Brîtanyayê ku ji bûyera jahrîkirina sîxurê berê Sergey Skripal û keça wî Rûsya berpirsyar digirin û ji bo vê yekê 23 dîplomatên rûsî dersînor kirin. Zaxoravayê gavavêtina Brîtanyayê wek dijminatiyê bi nav kir û got 'wê bersivek tund bê dayin'.

    Ji aliyê din ve, Lavrov ji ajansa Sputnikê re li ser erkdarkirina Pompoeyî wek wezîrê derve got: "Ew mafê wan ê serweriyê ye. Em amade ne bi her kesî re bixebitin."

    Bi heman mijarî:

    Balafirên rûsî li ser sînorê qada hewayî ya Rûsyayê bergiriya 5 balafiran kir
    Pûtîn: Çeka nû ya bihêz a Rûsyayê li ti cihekî din nîne
    ‘Dê Amerîka li nêzîkî sînorê Rûsyayê 400 fuzeyan bicih bike’
    Kremlîn: Dirêjkirina mueyîdeyên Amerîkayê li dijî Rûsyayê ne qanûnî ye
    Hilbijartinên Serokatîya Dewletê ya Rûsyayê
    Etîketan:
    Mariya Zaxarova, Sergey Lavrov, Amerîka, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de