17:23 20 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Rûsya: Em ê bersiveke tund bidin Brîtanyayê

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bersiv da daxuyaniyên Brîtanyayê ku ji bûyera jahrîkirina sîxurê berê Sergey Skripal û keça wî Rûsya berpirsyar digirin û ji bo vê yekê 23 dîplomatên rûsî dersînor kirin. Zaxorava gavavêtina Brîtanyayê wek dijminatiyê bi nav kir û got 'wê bersivek tund bê dayin'.

    Zaxorava di civîna heftane ya bi çapemeniyê re da zanîn ku Brîtanya ji jahrîbûna sîxurê berê Skripal û qîza wî Rûsyayê berpirsyar digre, ev tiştekî deraqilane ye. Zaxora daxuyand ku ji Brîtanyayê nimûneyên xaza jahrî xwestine lê daxwaza wan a hevkariyê hatiye redkirin, ji bo guftokirina mijarê 4 nota dane lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn.

    Ji aliyê din ve Zaxorava carek din bangî Brîtanyayê kir ku belgeyên bûyera wek cînayetê tê xuyakirin bi Rûsyayê re parve bikin. Berdevka Karê Derve ya Rûsyayê eşkere kir ku ti belgeyên Rûsyayê ji vê bûyerê berpirsyar bigre di destê Brîtanyayê de tuneye, ji bilî şovek siyasî. Êdî bêguman em dikarin bêjin ku Brîtanyayê qampanyayek dijî Rûsyayê daye destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Kislyak: Amerîka ji bo armancên siyasî têkiliyên xwe û Rusya dike qûrbanî
    Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat zêdetirî 300 kesî hat tehliyekirin
    Mevlut Çavuşoglu dîroka hevdîtina Rûsya, Îran û Tirkiyê ragihand
    Rûsya: Di kartolên ku ji Tirkiyeyê hatin heşare derketin
    Theresa May: Ihtimaleke mezin berpirsiyarê kuştina sîxurê rûsî Rûsya ye
    Rûsya: 100 sivîl ji Xutaya Rojhilat hatin derxistin
    Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat 30 topên hawanê avêtin Şamê
    Etîketan:
    skripal, Sîxur, jahrîbûn, Maria Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de