02:30 24 Hezîran 2018
Leonîd Slutskiy

Parlamenterê rûsî: Brîtanya dixwaze fitne têxe navbera Enqere û Moskowayê

© Sputnik / Sergey Kuznecov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê rûsî Leonîd Slutskiy di axaftina xwe de ragihand ku Brîtanya berî hevdîtinên Astana û Stenbolê xwest fitne têxe nava Enqere û Moskowayê, lê bi ser neket.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Dumaya Dewletê Leonîd Slutskiy di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Brîtanya ji bo lepirsîna Skripal ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku Rûsyayê rexne bike. Ev berî hevdîtina wezîrên dewletên garantor li Astana û hevdîtina serokan li Stenbolê fitnekarî ye, lê bi ser neket. Ev hewldan reşkirina Rûsya û têkbirina mekanîzmeya Sûriye ya Astanayê ye."

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ji bo jahrîkiirna sîxurê rûsî Sergey Skripal Tirkiye jî di nav de daxwaz ji hemû welatan kir ku Rûsyayê şermezar bikin.

Bi heman mijarî:

Putin: Peymanên Rûsya, Tirkiye û Îranê bi kêr tên
'Rûsya û Tirkiye ji bo S-400an plan dikin ku peymaneke din îmze bikin'
'Wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanayê li hev dicivin'
Rûsya û Tirkiye peymana bafiroka Ka-32 îmze kirin
Prof. Tomar: Tirkiye û Rûsya di mijara Efrînê de li hev kirine
Etîketan:
Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Dumaya Dewleta Rûsyayê, Leonîd Slutskiy, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de