02:50 24 Hezîran 2018
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

Zaxarova: Londonê lîsteya dîplomatkarên hatine dersînorkirin ji me re şand

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê ragihand ku Brîtanyayê lîsteya wan dîplomatkarên rûsî yên têne dersînorkirin ji wan re şandiye.

Zaxarovayê diyar kir ku Moskowê bersive 'wek neynikê' ji Londonê re amade kiriye.

Mariya Zaxarova di bernameya 60 Xulek a televizyona
Rossiya 1 de ragihand ku lîsteya Brîtanyayê ya dîplomatkarên rûsî yên ku divê di nav hefteyekê de terka wî welatî bikin hatiye ber destê wan.

Zaxarovayê got, "Ev kes dîpolmatkarên rûsî ne ku herwiha nûnerên nûnertiyên leşkerî jî hene. Lîste bi rêyên dîplomatîk gihîşt Rûsyayê, divê ev kes di nav 7 rojan de terka Brîtanyayê bidin."

NIHA BERSIV TÊ AMADEKIRIN

Berdevka Wezareta Derve li ser bibîrxistina daxuyaniya Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragihand ku Moskow ji bo Londonê amadekariya bersiveke wek neynikê dike."

Dîplomatkara rûsî herwiha diyar kir dê teqez bergiriyên guncaw bo Brîtanyayê werin standin û niha jî bersiv tê amadekirin.

 

Bi heman mijarî:

Erdogan bo Amerîkayê: Ev tê wateya şerê sêyemîn ê cîhanê
Ji bo bîranîna helkeftên Adar û Newrozê dar hatin çandin
Ji Parlamentoya Ewropayê bo Tirkiyeyê: 'Ji Efrînê derkeve'
Artêşa tirk herêma Efrînê bombebaran dike: Hejmara sivîlên kuştî zêde dibin
‘Hejmara koçberên Efrînê 170 hezar kesan derbas kiriye’
Putin diçe serdana Kirimê
Etîketan:
Brîtanya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de