20:50 21 Hezîran 2018
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Brîtanyayê li hemberî Rûsyayê cebhe girt

© AFP 2018 / Alexander Nemenov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bersiv da gotinên Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May yên li ser jehrîkirina sixurê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî Yuliya Salisburyê û got, London li hemberî Moskowê cebhegirtin hilbijart.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û têde got, em bergiriyên ku May bi bihaneyên dûrê rastiyê yên li ser bûyera jehrîkirina Skripal û keça wî ji bo ‘cezakirina' Moskowê digire, wekî ‘provokasyonên bêmînak' dinirxînin. Wezaretê anî ziman ku ev helwest ti bingeh ji bo diyaloga normal ya di navbera herdu welatan de nehiştiye.

'LONDON DA ŞOPA BERJEWENDIYÊN NEXWEŞ'

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbirî ku dersînorkirina 23 dîplomatên rûsî jî di nav de, hikûmeta îngiliz dide şopa berjewendiyên nexweş û bi vê bergiriyên dijminane zirareke cidî dide têkiliyên herdu aliyan. Wezaretê destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin û daxuyaniya xwe wisa domand: "London li şûna ku lêpirsînê temam bike û tevlî formatên Rêxistina Qedexekirinê ya Çekên Kimyewî, formatên navdewletî bi cih bîne, li hemberî Rûsyayê cebheyê digire. Hikûmeta îngiliz di lêpirsîna vê bûyerê de gavên yekalî û ne şefaf avêtin û li dijî Rûsyayê dest bi kampanyayê kir."

Wezaretê da zanîn ku ji bo bersivê bidin Britanyayê, ew ê zêde li bende nesekinin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: London RTyê bigire, ti dezgeheke medyaya îngilîz jî dê nikaribe li Rûsyayê bixebite
Çavuşoglu: Em daxwaza mayîna Rûsyayê li Sûriyeyê fam dikin
Wezareta Derve Ya Rûsyayê, bangî balyozê Îngîlistanê kir
Ji Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê di derbarê hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu de daxûyanî
Etîketan:
cebhegirtin, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Brîtanya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de