10:05 19 Hezîran 2018
Nûnerê Rûsya yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Vladimîr Çîjov

'Ti sedem tineye ku em pêwendiyên nerm ji Wezîrê Karê Derve ê DYA yê nû Pompeo hêvî bikin'

© Sputnik / Sergey Subbotin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Rûsya yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Vladimîr Çîjov derbarê Wezîrê Karê Derve yê nû ê DYAyê daxuyand ku, "ti sedemên me tineye ku em pêwendiyên nerm ji Wezîrê Karê Derve Mike Pompeo hêvî bikin.

Nûnerê Rûsya yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Vladimîr Çîjov derbarê Wezîrê Karê Derve ê DYAyê Mike Pompeo de daxuyanî da. Çîjovê ku ji Euronewsî re axivî wiha got: "Ti sedemên me tineye ku pêwendiyên nerm ji wezîrê ku hatiye şûna Tillerson hêvî bikin." Çîjov di wê fikrê de ye, têkiliya bidawikirina pêywira Tillerson bi gotinên wî yên derbarê bûyera Skripal tine ye.

Sîxurê rûsî yê berê Sergey Skripal û keça Yulia di 4ê Adarê de li mala xwe ne li ser hişê xwe hatibûn dîtin. Îngîlistanê îdiakir ku herdu kes ji ber xaza bi navê Noviçok ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye hilberandin ve jahrî bûne.

Serokwezîra Îngîlistanê Theresa May, ji bûyerê Rûsya berpirsyar girt. Moskowê jî da zanîn ku hemû xazên jahrî hatine tunekirin û hilberandin ji zû de hatiye rawestandin. Tillerson jî piştgirî dabû îdiayên Îngîlistanê yên derbarê bûyerê de.

Bi heman mijarî:

Îdiaya 'dîtina keştiyeke rûs a sîxur li DYAyê'
Erdogan ji bo şagirtên ku diçin derveyê welat got: Hemû dibin sîxur
Ji Hollandayê banga melayê sîxur
Duran Kalkan: Kiliçdaroglu “sîxur” e
Etîketan:
jahrî, pêwendî, Sîxur, Nûnerê Rûsya yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Vladimîr Çîjov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de