10:05 19 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Zaxarova: Di demeke nêz de dê bersiva Mayê were dayîn

© Sputnik / Vasiliy Batanov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê got ku di demeke nêz de dê li ser asta wezaretê bersiva mueyideyên Serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê li ser Rûsyayê were dayin.

Zaxarovayê got ku "Wezareta Derve ya Rûsyayê dê di demeke nêz de bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Theresa Mayê bide."

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê têkilîdarî jehrîbûna casûsê rûsî yê berê Sergey Skripal û qîza wî Yuliyayê li Salisburyê bi gazeke sînîran diyar kiribû ku 23 dê dîplomatên rûsî dersînor bike û hefteyek mohlet dabû wan.

BALYOZÊ RÛS: EV PROVOKASYON E

Li gorî Sky Newsê, Balyoze Rûsyayê li Brîtanyayê Aleksandr Yakovenko bizavên Londonê wek provokasyonên cidî bi nav kirin.

Yakovenko hişyarî da ku dê bi heman awayî bersiva Brîtanyayê bidin û wiha got: "Tiştê ku îro hikûmeta Brîtanyayê kiriye, bi tevahî nayê qebûlkirin. Em van wek provokasyon dinirxînin".

CABAROV: DIBE EM BÊTIRÎ 23 DÎPLOMATÊN INGILÎZÎ DERSÎNOR BIKIN

Senatorê rûsî Vladmîr Cabarovî got: "Wek herdem dê bersiveke me ya bi heman awayî hebe. Lê em ihtimala ku bersiv bandor li hinek dîplomatên din bike jî ji bîr nakin."

Cabarov diyar kir ku bersiva Sûriyeyê dê "tund" be û got "em ê bêbersiv nehêlin."

BALYOZA RÛSYAYÊ YA LI BRÎTANAYÊ DAXUYANIYEK DA

Li gorî daxuyaniya Balyozxaneya Rûsyayê ya li Brîtanyayê ku gihiştiye Sputnikê: Balyoz Aleksandr Yakovenko di 14ê Adarê de bo Wezareta Derve ya Brîtanyayê hat vexwendin û agahî pê hat danin ku 23 dîplomat wek 'kesên nexwestî' bên ragihandin. Em vê gavê wiha dinirxînin ku nayê qebûlkirin, bêbingeh û ne-pêşbîn dibînin. Berpirsyariya tevahiya xerabûna di têkiliyên navbera Rûsya û Brîtanyayê de di stûyê birêveberiya Brîtanyayê de ye."

Bi heman mijarî:

Zaxarova di derbarê lêpirsîna kuştina Balyozê rûsî de axivî
Zaxarova: Wê niha ji me re bêjin Hamburg ji aliyê 2 Rûsan ve hatiye serobinkirin
Zaxarova: Vîdyoya NATOyê dilê mirov dixelîne
Zaxarova: Biryara kêmkirina dîplomatên amerîkî me neda
Zaxarova: Em ê malperên nûnêrîtiyên xwe veguhezin pêşkêşkarên herêmî
Etîketan:
Vladmîr Cabarov, Aleksandr Yakovenko, Mariya Zaxarova, Brîtanya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de