20:49 21 Hezîran 2018
Sivîlên ku ji Xûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin

Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat zêdetirî 300 kesî hat tehliyekirin

© REUTERS / Bassam Khabieh
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Komîsyona Rûsyayê ya Lihevanîna Aliyên Sûriyê Vladimîr Zolotuhin ragihand ku ji destpêka vekirina korîdora însanî û ta niha zêdetirî 300 kesî ji Xûtaya Rojhilat hat tehliyekirin.

Zoluthin ji rojnamegeran re axivî û da zanîn, "ji destpêka vekirina korîdora însanî û ta niha ji Xûtaya Rojhlat zêdetirî 300 kesî hat tehliyekirin. Piraniya tehliyeyan van demên dawiyê pêk hatin."

Li gorî salixdana Zoluthin li herêmên niştecihên di bin kontrola mîlîtanan de hejmara çalakî û mîtîngan zêde bûye.

Zoluthin herwiha eşkere kir ku astengiyên milîtanan li ser tehliyekirina sivîlan didome.

Hêjayî gotinê ye ku îro li Xûtaya Rojhilat bo cara 16emîn navberdayîna mirovî hat sepandin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat 30 topên hawanê avêtin Şamê
Rûsya: El Nûsrayê li Xûtaya Rojhilat gaza klorê bikar anî
'Artêşa Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilatî kargeheke çekên kîmyewî dît'
Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat, tehliyekirina sivîlan dinirxînin
'Dinya li Xûtaya Rojhilatî dinere û sivîl li Efrînê tên serjêkirin'
Komeke milîtanan ji Xûtaya Rojhilat derket
Etîketan:
Korîdora mirovî, Tehliyekirin Sivîlan, Rewşa Zivîl, Navberdayîn Mirovî, Vladimîr Zoluthin, Sûriye, Şam, Xûtaya Rojhilat
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de