16:53 21 Hezîran 2018
Sergey Lavrov û Mevlut Çavuşoglu

Lavrov û Çavuşoglu civiyan: radestkirina S-400ê dê were lezandin

© REUTERS /
Rûsya
Lînkê kurt
0 02

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li gel hevkarê yê Tirkiyeyê civîneke rojnamevaniyê li Moskowê li dar xist. Çavuşoglu got ku "S-400 çiqasî zû werin, ewqasî baş e" û Lavrovî jî got "ji ber rîcaya Tirkiyeyê dê radestkirina bataryayên pergala parastina hewayî ya S-400ê were lezandin."

Piştî civîna Koma Plankirina Stratejîk a Hevpar a 6emîn ya Tirkiye û Rûsyayê ya ku li Moskowê bi rê ve diçe, Wezîrê Derve yê Rûsyayê û yê Tirkiyeyê derketin pêşberî kamereyan.

Tiştên sereke yên axiftina Çavuşoglu wiha ne:

  • (Piştî jikarbidûrxistina Rex Tillersonî) dibe ku civîna 19ê Adarê ya ku dê li Amerîkayê çêbibûya, were bipaşdexistin.
  • S-400 çiqasî zû werin, ewqasî baş e.

Tiştên sereke ji axiftina Lavrovî wiha ne:

  • ji ber rîcaya Tirkiyeyê dê radestkirina bataryayên pergala parastina hewayî ya S-400ê were lezandin.
  • Hevkarê min ê tirk Çavuşoglu agahî li ser mijara pêwendiyên Enqere û Washingtonê di mijara Sûriyeyê de dan min.
  • Amerîka, eger ne heta heta be jî dixwaze cihê xwe qayîm bike da ku demeke dirêj bimîne û ev jî dê bibe alîkar ku welat perçe bibe.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Em piştgiriyê didin daxwazên meşrû yên kurdan lê nabe werin bikaranîn
Lavrov: Tenê Sûriye û Rûsya li dijî terorê têdikoşe
Lavrov: Divê Washington li Sûriyê bi agir nelîze
Lavrov: Em daxwazên kurdan û fikarên Tirkiyeyê fam dikin
Lavrov: Ti delîl tine ne ku Hevpeymanî El Nusrayê wek armanc dihesibîne
Etîketan:
Mevlut Çavuşoglu, Sergey Lavrov, Sûriye, Tirkiye, Moskow, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de