10:06 19 Hezîran 2018
Rêya Hewayî ya Aeroflotê

Firînên Moskowa û Kahîreyê 11ê Nîsanê dest pê dikin

© AFP 2018 / Miguel Medina
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Şirketa Aeroflot a Rûsyayê dest bi fiotina bilêtên Kahîreyê kir. Ji 11ê Nîsanê pê ve firînên daîmî yên navbera Moskowa û Kahîreyê dest pê dikin.

Aeroflotê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji 11ê Nîsanê pê ve firînên daîmî yên navbera Moskowa û Kahîreyê dîsa dest pê dikin. Firîn wê ji Balafirxaneya Şeremetyevoyê bi balafirên Airbus A320an hefteyê 3 rojan pêk were. 13ê Adarê firotina bilêtan dest pê kir.

Li gor daxuyaniyê, hefteyê 3 rojan düsem, çarşem û şemiyê ji Moskowayê bo Kahîreyê û ji sêşem, pênçşem û yekşemê jî ji Kahîreyê bo Moskowayê dê firîn werin kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber Kupaya Cihan a FIFAyê di navbera 12ê Hezîran û 2ê Tîrmehê de wê her roj firînên Moskowa-Kahîreyê pêk werin.

Firînên navbera Rûsya û Misrê piştî xistina balafira rêya hewayî ya Rus Kogalimaviayê di Mijdara 2015an de hatibûn rawestandin.

Bi heman mijarî:

‘Rûsya û Misir li dijî polîtîkaya DYA û Siûdî ya herêmê ne’
Rûsya û Misir dê çûnûhatina hewayî ji nû ve dest pê bikin
Rûsya û Misir tetbîqata hevpar li dar dixin
Rûsya: Divê Iran, Iraq û Misir beşdarî civîna Sûriyeyê bibin
Dibe ku Misir û Rûsya teknolojiya ragihandinê ya leşkerî hilberînin
Etîketan:
Şirketa rêya hewayî ya Rûsyayê Aeroflot, Misir, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de