01:04 22 Hezîran 2018
Rojnamevan - Jornalist

Gef li rojnamevana rûsî ya bûyera Skripal dişopand hat xwarin: Tê bi derba şûr bimirî

© Flickr / Aalborg Stift
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Peyamnêra NTV ya Rûsî Yelîzaveta Gerson ku bûyera jehrîkirina ajanê rûsî Sergey Skripal û keça wî Yulia dişopand ragihand ku gef lê têne xwarin.

Gerson got ku kesekî nameyek jê re şandiye û tê de gotiye, "Erê tu li Rûsyayê bi qelema xwe qezenc dikî, lê tu yê li Îngilîstanê bi derba şûr bimirî."

Rojnamevana rûsî Yelizaveta Gerson ragihand ku piştî ku BBCyê nûçeyeke wê ya derbarê bûyera Skripal de weşandiye, gefên kuştinê jê re hatine.

Gerson diyar kir ku nameya navborî ya kesê nasnameya wî nediyar, piştî belavbûna nûçeyê bi demekê ew gefa kuştinê lê xwariye.

Rojnamevana rûsî da zanîn ku ew cara ewil rastî gefeke wisa eşkere tê û wê serlêdana polîsan kiriye.

Balyozxaneya Rûsyayê ya li Brîtanyayê jî ragihandibû ku piştî bûyera Skripal rojnamevanên rûsî rûbirûyî gefan dibin.

Bi heman mijarî:

‘Heşda Şeibî fermandarekî mezin ê Iraqê kuşt’
Ebadî: Me bi Herêma Kurdistanê re rûpeleke nû vekir
Trump piştî Tillerson kesekî din ji kar avêt
TSK: Leşkerekî me li Efrînê can da
Tillerson: Heta 31ê Adarê li ser karê xwe me
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de