18:42 25 Hezîran 2018
FSB

Li Moskowê operasyona DAIŞê: 60 kes hatin binçavkirin

FSB
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serwîsa Ewlekariya Federalî ya Rûsyayê (FSB) ragihand, şaneyeke ku alîgirên DAIŞê ji Moskowê vediguhest Sûriye û Iraqê hatiye hilweşandin.

Li gor daxuyaniyê rêxistina etnîkî ya tawanan bi belgeyên sexte koçberên Asyaya Navîn dişandin nav refên DAIŞê yên Sûriye û Iraqê.

FSBê ragihand, 3 laboratuarên çêkirina belgeyên sexte hatine tesbîtkirin û gelek belge û alav hatine desteserkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku di operasyonê de 60 kesên biyanî hatine binçavkirin.

Hat ragihandin ku lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.

Bi heman mijarî:

‘Heşda Şeibî fermandarekî mezin ê Iraqê kuşt’
CENTCOM: YPG ji şerê dijî DAIŞê vekişiya
Ebadî: Me bi Herêma Kurdistanê re rûpeleke nû vekir
Trump piştî Tillerson kesekî din ji kar avêt
TSK: Leşkerekî me li Efrînê can da
Tillerson: Heta 31ê Adarê li ser karê xwe me
Rûsya: London RTyê bigire, ti dezgeheke medyaya îngilîz jî dê nikaribe li Rûsyayê bixebite
Etîketan:
DAIŞ, Operasyon, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de